08:53 28 Gulan 2018
Ala Tirkiye û YEyê

Komisyona Ewropayê: Heke ku Tirkiyê serbestiya vîzeyê bixwaze divê şertên wê pêk bîne

© Foto : Pixabay
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Seroka Komisyona Ewropayê Jean Claude Junker, Mina Andreeva diyar kir ku heke Tirkiye serbestiya vîzeyê dixwaze divê şertên wê pêk bîne.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungê de gotibû ku, heke ji bo mûafiyeta vîzeyê dîrokeke berbiçeav neye dayin, Tirkiye hevpeymana penaberan ya di 18ê Adarê de li gel YEyê îmzekiribû dê ji holê rake. Çavuşoglu ji bo mûafiyeta vîzeyê diyarkiribû ‘dibe ku sere cotmehê yan jî orteya mehê çêbibe'.

Berdevka Komisyona Ewropayê Mina Andreeva jî got ku "Heke ku Tirkiye mûafiyeta vîzeyê dixwaze, divê şertan pêk bîne" û bibîrxist ku Juncker gelek caran ev tişt bi awayekî zelal aniye ziman.

Berdevkê wiha axivî: "Em dixwazin ku zelal bin. Em tekez naxwazin ku qabiliyeta Tirkiyê ya di têkoşîna terorê de kêm bibe. Armanca YEyê pêkanîna hêmana hevgirtiniyê ye, herwiha kesên weke rojnameger û profesoran ên ku fikren xwe bêyî serî li tundiyê bidin bînin ziman, di encama yaseya têkoşîna dijterorê de nekevin girtîgehan."

Andreeva dîsa diyar kir ku YE li paş lixwegirtinên xwe ye û heta ni ji bo lênerîna penaberan ji Tirkiyê re çavkaniyek 2 milyar Euro veqetandiye.

Bi heman mijarî:

Komisyona Ewropayê dayîna 1.4 milyar EURO bo Tirkiyeyê pesend kir
Tirkiye YEyê tehdîd dike ku ew ê peymana penaberan betal bike
Etîketan:
serbestiya vîzeyê, Komisyona Ewropayê, rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê, YE, Mina Andreeva, Jean-Claude Juncker, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de