09:17 22 Gulan 2018
    Sigmar Gabriel

    Almanyayê bersiv da Çavuşoglu: "Divê ev nebe mijara şantajê"

    © REUTERS / Axel Schmidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku divê welatê me û Yekîtiya Ewropayê di mijara serbestiya vîzeyê de rastî şantajên Tirkiyeyê nê.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îro di civîneke rojnamevanî de ragihandibû ku heke mijara serbestiya vîzeyê neyê zelalkirin, em ê peymanê fesx bikin, divê êdî di ijara vîzeyê de dîrokeke şênber bidin. Heke ev muafiyet neyê dayîn em ê peymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ku di 18êAdarê de hatibû îmzekirin fesx bikin. Her wiha muafiyet di nava meha cotmehê an jî dawiya wê divê pêk were.

    Li gorî nûçeya DW Tirkî ev daxuyaniya Çavuşoglu wekî ultîmatoneke hat fêhmkirin û Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Sigmar Gabriel bersiv da Çavuşoglu û got: "Dive Almanya û Ewropa tucarî rastî şantajan neyê, Tirkiye hê jî soza xwe ya standardbûnê bi cih neaniye. Mijara serbestiya vîzeyê di destê Tirkiyeyê de ye."

    Sigmar Gabriel di berdewamiya axaftina xwe de kete mijara cezayê îdamê û got: " Cezayê îdamê dijê Peymana Mafên Bingehîn ê Yekîtiya Ewropayê ye. Welatekî ku cezayê îdamê dîsa têxe meriyetê ji hemû mûzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bê şert û merc derdikeve."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: ‘Tirkiye wekî lîstika mişk û pisîkê bi me dilîze'
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Erdogan: Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê dê gelekî xera bibin
    Etîketan:
    Serbestiya vîzeyan, Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de