02:50 19 Çile 2018
Zindî
    Serok; Kirgizistanê Almazbek Atambayev

    Atambayev bersiv da Çavuşoglu: "Kirgizîstanê bi derbeyê netirsînin"

    © AFP 2018/ Vyacheslav Oseledko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Kirgizîstanê Almazbek Atambayev bersiva Çavuşoglu ya ku gotibû ‘dibe FETO li Kirgizîstanê jî derbeya leşkerî bike' da û got: "Ev tewşikî ye."

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Kirgizîstanê Almazbek Atambayev bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya ku gotibû ‘dibe FETO/PDY li Kirgizîstanê jî derbeya leşkerî bike' da û got: "Ev tewşikî ye. Hewce nake hûn me bi vê bidin tirsandin."

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de gotibû: "Dibe helwdaneke derbeya leşkerî li Kirgizîstanê jî bikin. Heke li Kirgizîstanê vê carê derbeyeke leşkerî bibe ev dê FETO/PDY pêk bîne. Li wir di hemû sazî û dezgehên dewletê de bi cih bûne."

    Dibistanên li Kirgizîstanê li gorî bernameya wezareta perwerdeyê fealiyetên xwe dikin

    Almazbek Atambayev bi  çapemeniyê re axivî û got: "Ev axaftinên wiha gelekî tewşikî ye. Divê Çavuşoglu pêşî li bûyerên welatê xwe miqatebe, lê mixabin xuyaye ku haya wan ji tiştekî tuneye. Dibistanên li Kirgizîstanê ku îdia dikin bi Fethullah Gulen re girêdayine li gorî bernameya Wezareta Perwerdeyê fealîyeta xwe dikin. Em ji alîkariyên dema serxwebûna Kirgizîstanê de hatin kirin minetarê Tirkiyeyê ne, lê divê tiştekî li ser me ferz nekin û me bi van gotinên wiha netirsînin."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Kirgizîstanê Sariyev îstîfa kir
    Çavuşoglu: "Başbûna têkiliyên me bi Rûsyayê re hinek kesan aciz dike"
    Çavuşoglu: Piştî hewldana derbeyê piştgiriya herî xurt me ji Rûsyayê girt
    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
    Ji Çavuşoglu dîplomasiya hewldana derbeyê
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Kirgizîstanê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Almazbek Atambayev, Mevlut Çavuşoglu, Kirgizîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de