12:26 24 Çile 2018
Zindî
    Xwepêşandan ji bo Abdullah Ocalan

    Astengiyên li ser hevdîtina Ocalan li Goteborgê hate protestokirin

    © REUTERS/ Fabian Bimmer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Astengiyên li ser hevdîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan li Goteborga Swêdê bi beşdarbûna gelek kesan hate protestokirin.

    Goteborg — Çalakî li qada Adolf Gustaf a bajarê  Goteborgê hate lidarxistin ku ji 200an zêdetir kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Partiya Keskan ya Kurd Asso Karîmzand û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Goteborgê Abdullah Devecî jî amade bûn.
    Di çalakiyê de peyama ku ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye û welatên li hember vê yekê bêdeng dimînin jî hevparê vî sûcî ne' hate dayîn. Di çalakiyê de bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konseya Ewrûpayê hate kirin.
    Devecî diyar kir ku ew ji rewşa jiyana Ocalan bi endîşe ne û xwest ku astengiyên li pêşiya hevdîtina wî demildest bê rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Libnanê kampanyeya rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir
    HRW: Tecrîda li ser Ocalan rakin!
    Heyeta Îmraliyê derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
    Ocalan bê rojname ma
    Dayikên Aştiyê: Ocalan kilîta aştiyê ye
    Parêzeran ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe serî li NYê dan
    HDPê ji bo Ocalan name ji CPT re şand
    Etîketan:
    goteborg, partiya keskan ya kurd, qada adilf gustaf, ncdk, tecrîd, ocalan, çalakî, abdullah devecî, asso karîmzand, swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de