10:01 24 Nîsan 2018
    Barack Obama - Hillary Clinton

    Clintonê Rûsya bi “hack”kirinê tawanbar kir

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzeta Serokatiya Amerîkayê Hillary Clintonê Rûsya û Serokê wê dewletê Vladimir Pûtîn tawanbar kir ku ew li dû êrîşên sîberê yên li ser helmeta hilbijartinê wê û saziyên Partiya Demokrat a Amerîkayê ye.

    Navenda Nûçeyan — Clintonê ragihand ku servîsên istixbarata Rûsyayê li dû wan êrîşan in ên ku li ser kompûterên Komîteya Neteweyî ya Demokratîk pêk tên û namzetê komarparêz Trump jî bi piştgiriya Pûtînî tawanbar kir.

    Namzeta demokrat bi kanala Fox Newsê re axivî û got, "ez dizanin ku servîsên istixbarata rûsî DNC hack kiriye û gelek e-peyam jî dane weşandin. Herwiha em dizanin ku Trump ji bo piştgiriya Pûtînî bike, kedeke bitirs dide".

    PESKOV: DÎNÎTÎ YE, LAVROV: NAXWAZIN ZIMANÊ XWE XERA BIKIM

    Bi hezaran e-peyamên ku ji aliyê Wikileaksê hatibûn weşandin, bûbûn sedem aloziyan. Rexneyên rayedarên demokrat ên derbarê senator Vermontê Bernie Sandersî bûbû sedema bertekan ji aliyê bingehê partiyê ve û bijartina Clintonê wek namzet bûbû sedema protestoyan.

    Herwiha gelek demokratan Rûsya tawanbar kir ku ew li dû hackkirinê ye. Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî ew îdia wek "dînîtî" bi nav kir. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî derbarê mijarê de wiha gotibû, naxwazim zimanê xwe xera bikim".

    Ji aliyekî din ve, namzetê komarparêz Donald Trumpî got ku ev idiayên demokratan tenê hewldana guhertina mijarê ye û di şûna behsa naveroka e-peyaman bikin, bi van îdiayan dixwazin mijarê biguherînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Yê ku sebra wî nemaye, em in ne Amerîka ye
    Amerîka li xwe mikur hat: "Rûsya dikare di nava 60 saetî de hêza NATOyê mexlûb bike"
    Rûsya: Bila Amerîka tev li çalakiyên me bibe
    Lavrov:'Ji bo rizgarkirina Reqqayê divê Rûsya û Amerîka hevpar bixebitin'
    Amerîka:'Em naxwazin Rûsya tevlî operasyona Reqqayê bibe'
    Etîketan:
    têkiliyên Amerîka û Rûsyayê, Sergey Lavrov, Dmitriy Peskov, Donald Trump, Barack Obama, Hillary Clinton, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de