23:55 22 Sibat 2018
Zindî
    FlyDubai

    Pîlotên FlyDubaiyê: "Em pir diwestin, ewlehiya rêwiyan di xeterê de ye"

    © Flickr/ Woodys Aeroimages
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Axaftina hinek pîlotên şirketa rêya hewayî ya FlyDubaiyê ku navenda wê li Dubaiyê kete destê rojnamevanan. Pîlot di nava xwe de dibêjin ‘em pir diwestin, ewlehiya rêwiyan dikeve xetereyê.

    Navenda Nûçeyan - Axaftina hinek pîlotên şirketa rêya hewayî ya FlyDubaiyê ku navenda wê li Dubaiyê kete destê rojnamevanan. Pîlot di nava xwe de dibêjin ‘ji van mesaiyên zêde em pir diwestin û dibe ewlehiya rêwiyan têkeve xetereyê.

    Li gorî nûçeya rojnameya The Guardinê, pîlotên FlyDubaiyê ji mesaiyên zêde gazinan dikin û dibe ji ber van mesaiyên zêde ewlehiya firînan têkeve xeteriyê.

    Yek ji axaftina navbera du pîlotan de tê gotin ku dirêjahiya maweyê derqanûniye û di nava meha adar û nîsanê de pîlotan nêzî 400 nîşeyên îhlalên ewlehiyê dane şirketê.

    Her wiha di navbera axaftina pîlotan de ji bo ku bêxew mane xeletiyên esasî kirine û li gorî hinek îdiayan pîlot di xew ve çûne. Yej ji axaftinan jî ev e ku digel mûretebat her çikas dibêjin firîn ne bi ewleye jî dîsa şirket navberê nade firînan.

    Bi heman mijarî:

    Du generalên ku li Afganîstanê wezîfedar bûn li Dubaiyê hatin girtin
    Serokê Talîbanê yê ku hat kuştin 19 caran çû Dubaiyê
    Li Çinê balafir ket xwar: 5 Mirî
    Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
    Balafir ket otobanê
    Etîketan:
    Sqandala pîlotên FlyDubaiyê, şirketa rêya hewayî ya FlyDubaiyê, Dubai
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de