17:54 21 Sibat 2018
Zindî
    Frank Walter Steinmeier

    Steinmeier: "Em nahêlin gengeşiya Tirkiyeyê derbasî Almanyayê bibe"

    © REUTERS/ Clemens Bilan/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ragihand ku em nahêlin gengeşiya navxweyî ya Tirkiyeyê derbasî nava Almanyayê bibe û bibe sedema gewirandina hinek kesan.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ragihand ku em nahêlin gengeşiya navxweyî ya Tirkiyeyê derbasî nava Almanyayê bibe û bibe sedema gewirandina hinek kesan. Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî Steinmeier bangî çalekvanên ku wê roja yekşemê tevlî Mitînga Demokrasî ya li Hemberî Derbeyan a li bajarê Kolnê bi pêşengiya Yêkîtiya Demokratên Tirk Ên li EWropayê bibin kir ku bi ‘pîvan' bin.

    Em destûrê nadin

    Frank-Walter Steinmeier di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Suddeutsche Zeitungê de got: "Em destur nadin ku gengeşiya navxweyî ya Tirkiyeyê derbasî nava Almanyayê bibe û bi vê gengeşiyê gewirandinê li ser hinek kes û saziyan were kirin. Li Almanyayê cih ji van hewldanên wiha re tuneye û qet em destûrê nadin."
    Roja yekşemê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi pêşengiya Yêkîtiya Demokratên Tirk ên li Ewropayê (UETD) wê Mîtinga Demokrasî ya li Hemberî Derbeyê were lidarxistin û li gorî pêşbîniyan nêzî 30 hezar kesî wê tevlî bibe. Ji bo UETD li Almanyayê wekî dirêjahiya AKPê tê zanîn dibe ji Tirkiyeyê jî rêvebirên partiyê tevlî mitîngê bibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Bila îdiayên îşkenceyê werin lêkolîn
    Almanya ji bo Tirkiyeyê hişyarî da: hay ji xwe hebin
    Holanda û Almanya: Em ji geşedanên li Tirkiyayê bifikarin
    Almanya ji bo perwerdekirina pêşmergeyan du projeyên nû dide destpêkirin
    Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
    Etîketan:
    Gengeşiya hewldana derbeya leşkerÎ, Yêkîtiya Demokratên Tirk ên li Ewropayê (UETD), Wezîrê Derve yê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeier, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de