15:36 22 Sibat 2018
Zindî
    Rojnameya Independent

    Rojnameya Independent: "Tirkiye dibe wekî Sûriyeyê"

    © AFP 2018/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî hewldana derbeya leşkerî nûçegihanê Rojhilata Navîn rojnameya Independentê Patrick Cockburn hefteyekê xwe li Stenbolê derbas kir, nêrîn û dîtinê xwe nivîsandin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya T24ê, rojnameya Independentê di analîza rûpelê xwe yê pêşî de ‘5 sal berê ez difikirîm ku Sûriyeyê bibe wekî Tirkiyeyê, lê niha Tirkiye ber bi rewşa Sûriyeyê ve diçe' nivîsand.

    Gelek general û amiral hatin girtin û texviyekirin

    Sernavên ku di analîza Patrick Cocburn de derketin pêş bi vî awayî ne: "Ew Tirkiyeya ku demekê ji bo Rojhilata Navîn bibû hêvî niha bê hêz û bê aram e. Hewldana derbeyê û tesviye Tirkiyeyê dihejîne. Ev demeke dirêj e Hêza Çekdar a Tirkiyeyê di nava gengeşiyê de ye. Ji sedî 40ê general û amîralan an hatin girtin an jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin."

    Di salên 2002 û 2013an de ketin nava dewletê

    Cocburn di berdewamiya analîza xwe de got: "Hetanî 5 sal berê Tirkiye di nava Rojhilata Navîn de dewleteke aram û serkeftî bû û ji ciranên xwe wekî mînak bû. Lê li şûna ku Iraq û Sûriye bibin wekî Tirkiyeyê, niha Tirkiye ji hela polîtîkî, nîjadî û mezhebî wekî wan xuya dike. Tevgerên wekî El Nûsra û DAIŞê jî bawerdikin ku li pişta hewldana derbeyê Amerîka heye û li Tirkiyeyê ev dijberiya Amerîkayê wê zêde bibe. Hevalbendên Fethullah Gulen di salên 2002 û 2013an de bi hêsanî ketin nava sazî û dezgehên dewletê ji bo ku wê demê hevalbendên Gulen û yên Erdogan li hemberî kesên sekuler bibûn yek."

    Bi heman mijarî:

    Bo îadeya Gulen dosyeya duyemîn hate şandin
    Cîgirê Serokê AKPê: "Dibe li şûna îdamê derxistina ji welatîbûnê bibe"
    Balyozê Brîtanya: "Ji hewldana derbeyê gruba Gulen berpirsyar e"
    Serokomar Erdogan: "Ji bo carekê ez wan efû dikim"
    Wezîrê Parastinê Işik: Leşkeriya neçarî wê kurt dibe
    Etîketan:
    Tirkiye dibe wekî Sûriyeyê, rojnameya Independentê, Patrick Cocburn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de