17:56 21 Sibat 2018
Zindî
    Ala Rûsya û Yekîtiya Ewropayê

    Reuters: "Dibe YE mûeyîdeyên ser Rûsyayê rake"

    © Sputnik/ Vladimir Sergeev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî ajansa Reutersê, dibe Yekîtiya Ewropa di sala 2017an de di warê sektorekê de mûeyîdeyên ser Rûsyayê rake.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekî dîplomatîk ji welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku divê ev mûeyîdeyên li hemberî Rûsyayê werin parastin, lê parastina berdewamiya mûeyîdeyan li dijî Rûsyayê her diçe zahmet dibe. Li gorî pêşbîniyan hemû mûeyîde bi carekê ve nayên rakirin, lê dibe ji bo rakirina sektorekê biryar were girtin."

    Lê çavkaniyê dîplomatîk derheqê navê sektorê de agahî neda. Mûeyîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên ser Rûsyayê di warê fînans, enerjî û parastinê de ne.

    Ev daxuyaniyên vî dîplomatê ewropî, beriya serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya Slovenyayê watedar hat dîtin. Ev mûeyîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên li hemberî Rûsyayê ji bo krîza Ûkraynayê bûn û ji bo rakirin an jî berdewamiya mûeyîdeyan divê 28 dewletên Ewropa hemû biryarê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya-Îran ji bo hevkariya aboriyê zêde bikin sîteyek înternetê ava kirin
    Peskov: "Dibe Pûtîn jî tevlî pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê bibe"
    Rûsya: El Nusra nave xwe biguherîne jî rêxistinek terorîste
    Rûsya, derbarê operasyona li Helebê agahî da ataşeyên leşkerî
    Ji Moskovayê daxuyaniya pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Têkiliyen Rûsya û Yekîtiya Ewropayê, Banga rakirina mûeyîdeyên ser Rûsyayê, Rûsya, Yekîtîya Ewropayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de