13:48 18 Kanûn 2017
Zindî
    Papa Francis

    Papa: Cîhan di nava şer de ye, lê ev şer ne şerê olan e!

    © AFP 2017/ TIZIANA FABI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê ruhanî yê Dêra Katolîk Papa Franciscus diyar kir ku ‘cîhan di şer de ye lê ev şer ne şerê olan e, şerê berjewendî, pere û çavkaniyan e.'

    Papa Francîs
    © REUTERS/ David Mdzinarishvili
    Navenda nûçeyan —  Papa bo beşdarî pîrozbahiyê Roja Ciwanan ya Cîhanê bibe çû bajarê Krakow ya Polonyayê. Papa di balafirê de derbarê bûyerên dawî de axivî.
    Papa behsa rahîbê dêra Saint-Etienne du Rouvray yê di dema ayînê de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hate qetilkirin kir û got: ‘Cîhan di nava şer de ye, lewra aştiyê winda kir. Lê ev şer şerê berjewendiya, pereyan û çavkaniyan e. Ne yê olan e. Divê haya mirov ji vê yekê hebe.'

    Papa destnîşan kir ku hemû olên li cîhanê ‘aştiyê dixwazin' û teqez kir cîhan ji demeke dirêj e di nava şerekî parçe parçe de ye.
    Papa li ser kuştina rahîb Jacques Hamel yê li Fransayê jî got: ‘Hêj wê çiqas xirîstiyan, zarok û kesên bêguneh bimrin? û diyar kir ku divê hemû ciwanên li cîhanê li hember şer û komkujiyan serî rakin.

    Bi heman mijarî:

    Papa careke din jî got, qirkirin
    Papa ji bo Erdogan peyamek şand
    Papa cara yekem bi serokekî Alema Îslamê re dê bicive
    Papa ji bo pirsgirêkên penaberan çû Girava Midîlliyê
    Papa Francis ji bo penaberan diçe Yûnanîstanê
    Etîketan:
    Franciscus, oldar, şerê pereyan, cîhan, papa, ol, şer, êriş, papa Franciscus, polonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de