16:38 27 Gulan 2018
Li Yerêvanê li hemberî baregeha polîsan êrîş

Li Yêrîvanê 4 peywirdarên tenduristiyê dîl hat girtin

© Foto : Azatutyun Radiokayan / YouTube
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Yêrîvan a paytexta Ermenîstanê koma çekdarî ya ku ket navenda polîsan û kesên li navendê dîl girtibûn, îcar jî êrîşê ambûlansekê kir û peywirdarên tenduristiyê dîl girtin.

Navenda Nûçeyan — Li Yêrîvanê komekê bi şev bi ser navenda polîsan de girtibûn û piştî kesên li navendê dîl girtibûn ji komê du kesan xwe radestî polîsan kiribû. Lê li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê komê, 4 peywirdarên tenduristiyê yên ku bi ambulansê ji bo du birîndarên wan hatibû, dîl girtin.

Hat ragihandin ku ji bo berdana peywirdarên tenduristiyê bi komê re dest bi têkiliyê hatiye kirin û bergiriyên pêwîst jî hatine girtin.

Koma ku dixwaze yek ji serokên muxalîfan Jîrayr Sefilyan ê girtiye, serbest were berdan, di 17ê Tîrmehê de li herêma Erebûnê ya Yêrîavnê bi ser qereqolekê de girtibû û li wir 5 kes dîl girtibû.

Bi heman mijarî:

Milîtanên Ermen ên ku navenda polîsan bidestxist, hîn berxwe didin
Parlamenterê ermen: ‘Şerê li bajarê kurdan komkujiya ermeniyan tîne bîra me'
Kamp Ermen bi awayekî fermî bû milkê Weqfa Dêra Ermeniyan
Etîketan:
peywirdarên tenduristiyê, navenda polîsan, koma çekdarî, dîlgirtin, Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê, Jîrayr Sefilyan, Ermenîstan, Yêrîvan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de