08:00 23 Gulan 2018
    Frauke Petry (3rd, L), chairman of the right-wing populist Alternative for Germany (AfD) party, and the AfD's leading politician Alexander Gauland (4th, L) hold a banner reading Asylum needs limits during a demonstration against the German government's asylum policy organized by the AfD party in Berlin on November 7, 2015.

    Li Almanyayê ji bo pêşîgirtina terorê daxwazeke 'bêexlaq'

    © AFP 2018 / John Macdougall
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Giştî yê partiya zêde rastgir ya bi navê Partiya Alternatîfê (AfD) Alexander Gaûland ji ber êrîşên terorê yên vê dawiyê li Almanya û Fransayê qewimîn, pêşî li êrîşên din were girtin pêşniyar kir ku bila penaber şûnde were şandin.

    Navenda Nûçeyan  — Tê gotin ku niha li Almanyayê 170 hezar penaber dijîn û berpirsyarê êrîşa xwekujeriyê ya li Ansbachê jî ji van penaberan yek bû. Cîgirê Serokê Giştî yê AfDê Alexander Gaûland berê jî bi sûcdarkirina ku derî ji penaberan re vedike û bi vî awayî dibe sedema ‘qaçaxiya mirovî', giliyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kiribû.
    Gaûland ji bo Sputnikê axivî û got ji bo pêşî li êrîşan were girtin, divê tevahiyê 170 hezar penaber werin şandin.

    Gaûland got "me berê jî got, terorîst di şiklê penaberan de tên vira û me got ev kesên ku biyaniyên çand û kevneşopiyên me ne, bi awayekî bêkontrol tên welatê me û ji bo ewlehiya me dibin tehdit. Ev êrîşên vê dawiyê qewimîn jî, da nîşan ku em mafdar in."

    Gaûland penaber wek ‘kesên ne ji vir' bi nav kir û diyar kir ku ‘êdî dema dersînorkirina penaberan hatiye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê van mirovan ji vir werin şandin."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Bila îdiayên îşkenceyê werin lêkolîn
    Holanda û Almanya: Em ji geşedanên li Tirkiyayê bifikarin
    Almanya ji bo perwerdekirina pêşmergeyan du projeyên nû dide destpêkirin
    Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
    Etîketan:
    şûnde şandin, penaber, bêexlaq, daxwaz, Serokwezîra Almanyayê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD), Angela Merkel, Alexander Gaûland, Ansbachê, Fransa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de