20:32 26 Gulan 2018
Tirkiye - al

Li bajarekî Avusturyayê ala tirk hate qedexekirin

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajare Wiener Neusttadtê yê Avusturyayê, li ser daliqandina alên tirk, şaredariyê daxwaza rakirinê kir.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Şaredarê Wiener Neusttadtê Klaus Schneebergerî ji rêxistinên sivîl û rêvebiriyên avahiyên komî re nameyek şandiye û daxwaz kiriye ku alên hatine daliqandin bên rakirin. Şaredar gotiye, daliqandina alan tê wateya ku dixwazin siyaseta Tirkiyê bînin nava Avusturyayê û diyar kiriye ku ciyê kesên bajêr ne pejirînin li vir nîne.

Di vê navberê de Wezîrê Entegrasyonê û yê Karê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz ji televizyona ORFê re axivî û got: "Mirovên binyad tirk divê ji bo Avusturyayê helwesta dilpak nîşan bidin."

Namzetê serokomariyê yê Partiya Azadiyê ya Avusturyayê (FPO) Norbert Hofer, daxwaza betalkirina welatîtiya tirkan kir. Berdevkê Partiya Keskan ê Eyaleta Wiyenê Joachim Kovacs jî daxwaza qedexekirina selama ‘gurêboz' kir.

Etîketan:
qedexekirin, ala tirk, Rojnameya Cumhuriyetê, Partiya Azadiyê ya Avusturyayê (FPO), Joachim Kovacs, Norbert Hofer, Sebastian Kurz, Klaus Schneeberger, Wiyen, Wiener Neusttadt, Avusturya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de