18:16 17 Çile 2018
Zindî
    Hillary Clinton

    Clinton bû yekemîn namzeda serokatiya Amerîkayê ya jin

    © REUTERS/ Mark Kauzlarich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzediya Hillary Clinton a ji Partiya Demokrat ji bo hilbijartina Serokatiya Amerîkayê, bi awayekî fermî hat pejirandin.

    Navenda Nûçeyan — Hillary Clinton, di pêşhilbijartinên li nava Partiya Demokratîk a hemberî hevrikê xwe Bernie Sanders dengê têrker ê delegeyan bi dest xist û namzediya wê di kongreya partiyê ya li bajarê Philadelphiayê bi awayekî fermî hat erêkirin.

    Di roja destpêkê ya kongreya Partiya Demokrat a roja duşemê dest pê kir de, nerazîbûna delegeyên aligirê Bernie Sanders a li hemberî Clinton derketibû pêş. Dengên sembolîk ên ji bo namzediya fermî ya Clinton pêwîst bû, ji aliyê delegeyên ji eyaleta Dakota Başûr ve hatin dayîn.

    Bernie Sanders di axaftina xwe ya li kongreyê de bang li alîgirên xwe kiribû ku ji bo li dijî hevrikê xwe Donald Trump bi ser bikevin, bibin yek. Sanders ji bo poşman nebin dabû xuyakirin ku ya divê were kirin, 'li dijî Trump hilbijartina Clînton e.

    Bi heman mijarî:

    Assenge: "Danûstandina di navbera Clinton û Google de "Bira biraye bazar xuya ye"
    Clinton, namzediya serokatiya Amerîkayê gerentî kir
    Peskov bersiva Clinton da: ‘Em ê çima cejnê bikin?'
    Hedefa DAIŞê ya nû: Melayên brîtanî û alîkarê Clinton
    Hilary Clinton, derbarê weşanên RTyê de hertim hatiye agehdarkirin
    Etîketan:
    Hilbijartina Serokatiya Amerîkayê, Namzediya Serokatiya Amerîka ya Clinton hat pejirandin, Bernie Sanders, Hillary Clinton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de