21:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Hewldan - teşebus - derbe - leşker

    Rêxistina Efûyê: Kesên ku hatine desteserkirin rastî destdirêjiyê û gefxwarinê tên

    © REUTERS/ STRİNGER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1911

    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku piştî hewldana derbeya leşkeri kesên ku hatine desteserkirin di destên wan de delîlên bi ewle hene ku rastî îşkence û destdirêjiyê hatine.

    Navenda Nûçeyan — Çavdêrên bêalî xwestin ku kesên tên desteser kirin divê destur bê dayîn bi wan re hevdîtin pêk bînin û bangî Komîteya Bergiriya Îşkenceyê ku girêdayê Konseya Ewropayê ye demildest serdana Tirkiyayê bike.

    ‘DESTDIRÊJIYA DEVKÎ Û GEFXWARIN'

    Rêxistina Efûyê eşkere kir ku li bajarên Stenbol û Enqereyê kesên hatine desteserkirin 48 saet li piyan hiştine, nan, av û xizmeta tenduristiyê nadin wan kesan. Herwiha hêzên ewlekarî destdirêjiya devkî û gefxwarin li kesên ku hewldana derbeyê kirine dikin.

    Daxuyaniyê de hate gotin li Tirkiyayê fikariya ewlehiya raye giştî hêj dewam dike, lê ev yek mafê îşkencey û muameleyên din nade Tirkiyayê.

    ‘LEZGÎN SERDANA TIRKIYAYÊ BIKIN'

    Ji aliye din rêxistinê bangî bangî Komîteya Bergiriya Îşkenceyê (CPT) ku girêdayê Konseya Ewropayê ji bo binçav kirina lêkolîn bike bi ewayek lezgîn serdana Tirkiyayê bike

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê derbarê ragihandina rewşa awarte de daxuyanî da
    Rêxistina Efûyê: Cezayê darvekirinê di asta herî zêde ya 25 salên dawî de ye
    Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyê mafên mirova di bin xetereyê de ye
    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Zarokên Kurd kampanyayek da destpêkirin
    Rêxistina Efûyê: Li Sûrê tiştek li ser tiştekî nemaye
    Etîketan:
    delîl, bangî, destdirêjî, gefxwarin, êriş, rastî, desterkirin, leşkerî, derbe, hewldan, Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de