22:53 25 Hezîran 2018
Penaber koçber

Li Derya Spî cenazeyê 17 penaberan hate dîtin

© REUTERS / SOS Mediterranee
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hewldana rêwîtiya penaberan ya ji Bakurê Efrîqayê ku bi riya Derya Spî derbasî Îatalyayê dewam dike. Hate ragihandin ku dûh zêdetirî hezar penaber ji behrê hatine rizgar kirin. Lê belê herî kêm 17 cenazeyên penaberan hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan — Keştiyên dewletên Ewropa yên li Derya Spî xebatên rizgarkirina penaberan dimeşînin û keştiyên saziyên alîkariyê, dûh Hezar û 128 penaber rizgar kirin. Hate diyarkirin ku di vê operasyonê de 17 cenazeyên penaberan hatine dîtin.

Ev penaberên li perava nêzî Sîcîlyayê hatin rizgarkirin, hewl didan bi 5 botên plastîk û 3 keştiyan xwe bigihînin Îtalyayê.

Hejmara penaberên ji roja Sêşeme û vir ve li peravên Îtalyayê hatine rizgarkirin ji 4 hezar 500 kesan derbas kir. Roja Çarşemê jî cenazeyên 22 penaberan hatinbû dîtin, ku 21 ji wan jin bûn.

Ji sala 2014an û vir ve hejmara penaberên ku li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan, ji 10 hezarî derbas kir.

Bi heman mijarî:

Bi hezaran penaber ji Ewropayê vegeriyan welatên xwe
Zarokên penaber di destê komeleyên cihadîst de ne
Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
UNICEF: Zarokên penaber yên li Fransayê ne di ewlehiyê de ne
Etîketan:
dîtin, cenaze, penaber, Îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de