08:48 22 Hezîran 2018
Münih saldırı

Li Munîxê êrişa çekdarî: Mirî û birîndar hene

© Foto : Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Munixê ya Almanyayê li navenda danûstandinek êrişa çekdarî pêk hat. Hate ragihandin ku di encama êrişê de gelek mirî û birîndar hene. Polêsan li herêmê operasyonek berfireh dane destpêkirin.

21: 45 HERÎ KÊM 2 ÊRIŞKAR HEBÛN

Çavkaniyên ewlehiya Berlînê ji ajansa Reutersê re axivîne û gotine ku herî kêm 2 êrişkar hebûne.

21: 23 POLÊSÊ MUNIXÊ: DIBE KU ÊRIŞA TERORÎ BE

Polêsê Munîxê daxuyandin ku ji êrişa terorî bigumanin.

21: 09 HERÎ KÊM 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

AFPê ku zanyarîyên xwe sparte çavkaniyên leşkerî di êrişan de here kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

20: 59 Polêsan derbarê mirî û birîndaran de daxuyanî nedan lê piştî êrişê ewlehiya bajêr hate zêdekirin.

Muencher Abendzeitung, ragihand ku di êrişa li navenda danûstandina Olympiayê ku dikeve başûrê Munîxê qewimî de nêzî 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. lê ajansa AFPê jî ku zanyariyên xwe sipartine çavkaniyên polêsan kesek jiyana xwe ji dest daye 10 kes jî birîndar bûne.

Rojnameya Sueddeutsche Zeitungê eşkere kir ku trafîk bi tevahî ji çûn û hatine re hatiye rawestandin.

Kanala NTVyê ya Almanyayê ragihand ku Wezîrê Karên Navxweyî diyar kiriye ku di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

​‘JI KOLANAN DUR BISEKININ'
Polêsan li ser hesaba twittirê hişyarî dane welatiya da ku ji kolanan dur bisekinin.

​Çapameniya herêmî zanyariyên xwe ku sipartin çavkaniyên polêsan kesê êrişkar hewl dide ku birevê. Berdevkê polêsan piştrast kir ku mirî hene, lê dibe ku êrişkar hêj jî li navenda danûstandinê be.

Xebatkarek navenda danûstandinê ji ajansa Reutersê re axivî û destnîşan kirk u gelek dengê çekan bihîstiye.

Li gorî ajansa Reutersê, polêsan êrişa çekdarî piştrast kirine, lê derbarê mirî û birîndaran de agahî nedane.

Agahî tên…

Etîketan:
Munîx, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de