01:54 25 Hezîran 2018
DAIŞ

‘Li Kosovayê 5 navendên perwerdehiyê yên DAIŞê hene ku zarok jî lê têne perwerdekirin'

© Foto : Screenshot
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hate îdiakirin ku li Kosovayê 5 navendên leşkerî yên ku terorîstên DAIŞê lê têne perwerdekirin hene.

Navenda nûçeyan — Li gorî agahiyên çavkaniyeke kosovî, 38 ji wan jin 314 arnawidên kosovî, li Iraq û Sûriyeyê di refên DAIŞê de şer dikin.
Hate ragihandin ku li herêma di navbera sînorên Makedonya û Qeredaxê de, kampên perwerdehiya leşkerî yên ku di salên 90an de terorîstên Artêşa Azadiya Kosovayê (AAK) lê dihatin perwerdekirin hene. Niha li wan kampan terorîstên DAIŞê têne perwerdekirin. Çavnakî diyar kir ku karbidestên AAKyê tecrûbeyên xwe yên leşkerî difroşin terorîstên DAIŞê.

‘HIN KES BI MALBATÎ TEVLÎ REFÊN DAIŞÊ DIBIN'

Çavkaniyê kosovî destnîşan kir ku di sala 1999an de milîtanên El Kaîde yên AAKyê perwerde dikirin û îro jî AAK terorîstên DAIŞê perwerde dikin û li gorî daxwaza wan ji wan re endaman dibînin.
Çavkanî da zanîn ku hejmara jinên ku tevlî DAIŞê dibin roj bi roj zêdetir dibe û gelek kes li gel malbata xwe tevlî refên DAIŞê dibin.
Hate gotin ku li kampên DAIŞê yên li Kosovayê 27 zarok hene ku temenê wan di bin 15 salan de ne.

 ‘MAKEDONYA Û BOSNA HERSEK DI BIN TALUKEYÊ DE NE'

Çavkaniyê kosovî eşkere kir ku Makedonya û Bosna Hersek di bin talûkeya DAIŞê de ne û dibeku hejmara kampên perwerdehiya terorîstan yên li van welatên navborî zêde bibin. Hate gotin ku hejmarek mezin yê terorîstên ku  ji şer sax difilitin derbasî Bosna Hersekê dibin û dibin welatiyên Bosnayê.
Çavkanî ragihand ku heman pirsgirêk bi Makedonyayê re jî heye û diyar kir ku AAK li bajarên navendî bo perwerdehiya terorîstên DAIŞê navendên perwerdehiya leşkerî vedike.

Bi heman mijarî:

DAIŞ li Dîlokê polêsek birîndar kir
IMF: "Hinek amareyên ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê hene"
Balafirên rûsî li Sûriyê DAIŞ bombebaran kir
‘DAIŞ wê rojnameger û wezîfedarên kurd ên dewletê bike hedef'
DAIŞ li Mûsilê li dijî antenan şer vekir
'DAIŞ xwe amade dike ku êrîşê Îspanyayê bike'
Brîtanya : DAIŞ aştiya remezanê binpê kir
Etîketan:
el kaîde, perwerdehiya leşkerî, daiş, aak, kosova, qeredax, makedonya, bosna hersek
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de