19:18 23 Hezîran 2018
Srebrenitsa Soykırımı'nın baş aktörü Radovan Karadziç

Karadzîç ji bo cezaya 40 salî ya girtigehê serî li temyizê dide

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê berê yê Sirbên Bosnayî Radovan Karadzîç li bajarê Lahey a Hollandayê ji bo biryara cezaya zindanê ya 40 salî ku Dadgeha Berê ya Cezaya Navneteweyî ya Yûgoslavyayê di meha adarê de dabûyê, îtîraz kir.

Navenda Nûçeyan — Karadzîç ê ku ji ber sûcên ‘tevkujî, sûcê li hemberî mirovahiyê û îhlalkirina qaydeyên şer' sûcdar tê dîtin, bi hinceta ku bi awayekî adilane nehatiye darizandin û dadgerên NY gava hikum dan xeletî kirine, serî li dadgeha temyizê da.

Karadzîç ji bo serbestberdan an jî ji nû ve were darizandin serî li temyizê da û lîsteyeke ku 50 xeletiyên edlî tê de cih digirin, ragihand dadgehê.

Hat îdia kirin ku xeletiyên di wê lîsteyê de cih digirin "şanê bêsûciyê îhlal dikin, dibin sedema dozeke bêkontrol û derfeta darizandineke adil ji holê radike."

 

Bi heman mijarî:

Peymangeha amerîkî: ‘Komkujiya kurdan dişibihe Bosna û Ruwandayê’
Bosna Hersek dixwaze bibe endamê YE û NATO`yê
Sirbîstan: ‘Tirkiye sûcdar e divê pêngava pêşî ew biavêje'
Etîketan:
dadger, temyiz, ceza, Dadgeha Berê ya Cezaya Navneteweyî ya Yîgoslavyayê, Radovan Karazîç, Yûgoslavya, Bosna, Lahey, Hollanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de