06:43 19 Sibat 2018
Zindî
    Cem Ozdemir

    Cem Ozdemir: Divê ji bo hatina Ewropayê rê li ber tirkên muxalif bê vekirin

    © Foto: facebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir ji bo kesên piştî hewldana derbeyê rastî lêpirsîna siyasî hatine, daxwaza amadekariya programekê kir ku karibin biçin Ewropayê.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir ji Stutgarter Nachrichtenê û Stutgarter Zeitungê re axivî. Li gorî nûçeya beşa tirkî ya DWyê Ozdemir balkişand ser rewşa kesên ji ber hewldana derbeyê rastî lêpirsînê hatine. Ozdemir got ku divê ji bo van muxalifan piştgirî bê dayin.

    Cem Ozdemir wiha axivî: "Piştî peymana derbarê penaberan de bi Enqereyê re hate îmzekirin, divê hikûmeta alman, vê carê programekê bide destpêkirin ku ji bo kesên hunermernd, rojnameger û zanyaran derfeta qebûlkirina Ewropayê çêbike.

    Hevserokê Keskan di wê baweriyê de ye ku wê gelek kes ji bo îltîcaya siyasî ji Tirkiyê serî lê bidin.

    PRO ASYL: DIBE KU JI TIRKIYÊ GELEK KES BIBIN PENABER

    Divê navberê de rêxistina alîkariya penaberan a alman Pro Asylê beriya demekê derbarê mijarê de heman metirsî anîbû ziman. Rêxistinê balkişandibû ser pêşketinên Tirkiyê û li ser ihtimala penaberan sekinîbû. Alîkarê Serokê Pro Asylê Bernd Mesovic diyar kiribû ku heke rewş xirabtir bibe û li hemberî tevahiya muxalfetê operasyon çêbibin, dibe ku ber bi Ewropayê ve tevgereke penaberiyê destpêkibe.

    Bi heman mijarî:

    Cem Ozdemir: Cara yekem e ku serokkomarek li dû torlan disekine
    Cem Ozdemir ji hevbajariya Tokatê hat derxistin
    Li hemberî Cem Ozdemir êrişên sîberê
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, penaber, DW, Pro Asyl, Partiya Keskan, Bernd Mesovic, Cem Ozdemir, Tirkiya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de