10:15 22 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên derbekar ên ku reviyabûn Yûnanîstanê

    Leşkerên ku reviyabûn Yûnanîstanê bi dizî sewkî Atînayê kirin

    © REUTERS/ Antonis Pasvantis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Fermandarên ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê reviyabûn Dedeagaca Yûnanîstanê û ji terefê hêzên ewlehî yên wî welatî ve hatibûn girtin, bêyî ku parêzar werin agahdarkirin ew bi dizî sewkî Atînayê kirin.

    Navenda Nûçeyan - Fermandarên ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê reviyabûn Dedeagaca Yûnanîstanê bi sedema ewlehiyê cara duyemîn cihê wan hat guhertin. Leşkerên derbekar roja sêşemê ji Ferecikê (Feres) sewkî Kavalayê kiribûn û îro jî ew leşker bêyî ku parêzer werin agahdarkirin sewkî Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Atînayê kirin.

    Parêzerê leşkeran Menia Polihori di hevpeyvîna xwe ya APê de got: "Muwekîlen min bêyî me agahdar bikin sewkî Atînayê kirin." Parêzerekî din ê leşkeran İllia Marinaki di hevpeyvîna xwe ya Ajansa Anadoluye de sewkirina leşkeran serast kir. Marinaki, ez niha sedema sewkê û heke biryareke nû hebe nizanim, lê li gorî texmînê min ev sewk wê ne ji bo sedemên ewlehî be.

    Ji aliyê din ve berpirsên yûnanî ragihandin ku sewkirina leşkeran a Atînayê ji bo kordînasyona meqamên îltîcayê dê fêdetir be. Her wiha DHAyê jî ragihand ku wê pergala îltîcayê ji terefê komîsyona Atînayê ve were meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Leşkerên derbekar ku reviyan Yûnanîstanê, İllia Marinaki, Menia Polihori, Dedeagac, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de