14:05 18 Hezîran 2018
US Republican presidential candidate Donald Trump arrives to speak at the Family Leadership Summit in Ames, Iowa, United States, July 18, 2015

Donal Trump: "Ez bi dilxweşî temaşeya şerê kurdan ê li dijî DAIŞê dikim"

© REUTERS / Jim Young
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Namzedê Komarhêz ê ji bo Serokatiya Amerîkayê Donalt Trump ragihand ku ew bi dilxweşî temaşeya şerê kurdan ê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dike.

Navenda Nûçeyan — Namzedê Komarhêz ê ji bo Serokatiya Amerîkayê Donalt Trump di hevpeyvîna xwe rojnameya New York Timesê de behsa rola girîng a kurdan kir û got: "Ez bi dilxweşî temaşeya şerê kurdan ê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikim."

Donald Trump di berdewamiya hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa ‘li Tirkiyê pirgirêka kurd dê çawa çareser bibe?" bersiv da û got: "Bi rêya danûstandinan."

Trump di dirêjiya hevpeyvîna xwe de diyar kir ku heke ew bibe Serokê Amerîkayê ji bo pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi rêya diyalog û hevdîtinan bê çareserkirin dê bikeve nava hewldanan.

Namzedê Komarhêz di dawiya hevpeyvîna xwe ya New York Timesê de got: "Kurd şerekî bêhempa li dijî rêxistina terorîs a DAIŞê didin û ez vê bi dilxweşî temaşe dikim."

Bi heman mijarî:

Donald Trump bi awayekî fermî bû namzedê komarparêzan
Donald Trump pesnê Sedam Huseyîn da
Dijberê Trump li Dallasê dîroka Amerîkayê ji nû ve ava kir
Trump: ‘Ez qarişî Esad nebim lê DAIŞê dê tune bikim'
Aciziya amerîkiyan: ‘Hillary xerabe û Trump xerabtir e'
Etîketan:
Şere kurdan e li dijî DAIŞê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, namzedê Partiya komarparêzan yên Serokatiya Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de