15:38 22 Sibat 2018
Zindî
    Polîsên Brezîlayê

    Li Brezîlyayê beriya Lîstikên Olîmpiyatê operasyona DAIŞê: 10 kes hatin girtin

    © AFP 2018/ Tony Barros
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Brezîlyayê 10 kesên ku li ser medyaya civakî girêdayîtiya xwe ya rêxistina terorî DAIŞê eşkere kiribûn hatin girtin. Hate ragihandin ku lêgerîna 2 kesan jî hêj dewam dike.

    Rîo de Janerîo — Wezîrê Dadê Alexandre de Moraesê daxuyand ku 10 kesan bi gumana êrişên Lîstîkên Olîmpiyatê bikin hatine girtin û lêgerîna 2 kesên ku derbarên wan de biryara girtinê hatiye dayîn jî dewam dike. Herwiha navborî eşkere kir ku yek ji wan zarok 10 kesên hatine girtin hemwelatiyên Brezîlyayê ne lê zayendiya wan eşkere nekir.

    ‘JI BO ÊRIŞKIRINÊ AMATOR BÛN'

    Wezîr Moraes, destnîşan kir ku ev kesên ji bo êrişê Lîstikên Olîmpiyatê ku di 5-21ê Tebaxê li Rîo yê bê lidarxistin bikin xwestine derbarê êrişê de emilandina çekan û rêbazên gerîlayê hînbibin ketine teqîba polêsan. Ev jî dide nîşandan ku gelek amatorên.

    ​Teşkîlata îstîxbarata Brezîlyayê destnîşan kir ku beriya Lîstikên Olîmpiyatê di 5ê Tebaxê li Rîo yê bê lidarxistin hemû gefan lêkolîn dikin. Rayedarên Brezîlyayê tevdîrên ewlehî berfirehtir dikin. Li Rîo de Janerioyê kesên mêvan tên lêkolînkirin

    Bi heman mijarî:

    Ji Amerîkayê bo Rûsyayê: "Em li dijî DAIŞ û El Nûsrayê baregehe navendî ava bikin"
    DAIŞ li Dîlokê polêsek birîndar kir
    IMF: "Hinek amareyên ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê hene"
    Balafirên rûsî li Sûriyê DAIŞ bombebaran kir
    ‘DAIŞ wê rojnameger û wezîfedarên kurd ên dewletê bike hedef'
    Etîketan:
    hemweletî, civakî, girêdayîn, terorîs, eşkere, rêxistin, medya, DAIŞ, Wezareta Dadê ya Brezîlyayê, Alexandre de Moraes, Rîo de Jenerîo, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de