06:48 19 Sibat 2018
Zindî
    Amerîka - çalakî - protesto

    Zordariya polêsên Amerîkayê dewam dike

    © REUTERS/ BRİA WEBB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zordariya polêsên Amerîkayê ya li hemberî welatiyên reşik dewam dike. Hate ragihandin ku li Florîdayê polêsan dîsa welatiyek reşik dane.

    Li Amerîkayê di nav hefteyekê de 2 welatiyên reşik ji aliyê polêsan ve hatibûn kuştin, li ser vê yekê bi hezaran kes daketibûn kolanan û zordariya polêsan protesto kiribûn. Lê zordariya polêsan ya li hemberî welatiyên reşik nerawestiyan. Li gorî nûçeya WSVNê li Florîdayê xebatkarek tenduristiyê dema ku aliuê nexweşekî xwe dikir ji aliyê polêsan ve hate birîndarkirin.

    Kinsey, destên xwe bilind kiriye û teslîm bûye, lê polês wî ji lingê vî ve birîndar dikin. Ev dem çirk bi çirk ketin ber qamerayan.

    ​Di vîdyoyê de Kinsey bang dike û dibêje yê di destê min de pêlîstoke, ez perwerdekarim û dixwazim nexweşê xwe aş bikim. Tê payîn ku polêsan pêlîstokê wek çek fêm kirine û Kinseyê birîndar kiriye.

    ‘EZ NIZANIM ÇIMA LI MIN XISTIN'

    Kinsey, ji WSVNê re axivî û got: ‘Min xwe dirêjê erdê kir û destên xwe rakir, min ji wan re dubare kir nehewceyê çekan ne, di destên min de jî çek tine ne û ev jî nexweşê min e, ya destê vî jî pêlîstokê. Lê polêsan li min xist, min hêj jî fêm nekir çima li min xistin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Pêvajoya darizandinê divê çerçoveya makeqanûnê de pêk were
    Amerîka: Êrîşên terorê li Ewropayê dê piştî vegera şervanên DAIŞê dê berdewam bikin
    Sedr: Bexda azad e, bila Amerîka biçe
    Amerîka - Di weşana zindî de, gule li 3 ciwanan hatin barandin
    Etîketan:
    nexweş, tenduristî, xebatkar, hewce, hefte, zordarî, çek, vîdyo, birîndar, polês, welatî, WSVN, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de