18:13 21 Sibat 2018
Zindî
    Cîhan

    Li Swêdê ajokarekî li penaberekî sûrî xist

    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Ajokarekî ku otobûseke veguhestina gelemperî li bajarê Kalmarê yê Swêdê, heqaret li penaberekî sûrî kir û lê xistibû, ji kar hat avêtin û lêpirsîn lê vebû.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera fermî ya Swêdê TT, şirketa otobûsên taybet ên gelemperî Nobinayê di malpera xwe ya fermî de lêborîn xwest ji ber ku ajokar li ber rêwiyan li penaberekî sûrî (32 salî) dixe.

    Herwiha şirketê ragihand ku ajokar ji karî hat derxistin û polîsan jî derheqê ajokarî de dest bi lêpirsînê kiriye.

    Ji aliyekî din ve, bûyera ku ji aliyê rêwiyên otobûsê ve hatiye tomarkirin, di medyaya swêdî de bûbû sedema bertekeke tund. Ajokarî ji penaberî re "ez ji berazên wek we teqiyam" got û kulmê li rûyê penaberî dixe.

    Bi heman mijarî:

    Di du rojên dawî de 2 hezar penaber derbasî Efrînê bûn
    Bi hezaran penaber ji Ewropayê vegeriyan welatên xwe
    3200 penaber ji Yunansîtanê, vegeriyan welatên xwe
    Zarokên penaber di destê komeleyên cihadîst de ne
    Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
    Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
    Etîketan:
    bûyer, bertek, sedem, otobûs, fermî, malper, ajokar, sûrî, penaber, Nobina, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de