21:23 18 Sibat 2018
Zindî
    Penaber

    Li Deryaya Spî karesat: 21 jê jin 22 kes xeniqîn

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Karesata penaberên ku di deryayan de berê xwe didin Ewropayê berdewam e. Duhî di Deryaya Spî de 21 jin 22 penaber xeniqîn.

    Penaber
    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), bota plastîk a zêdeyî 200 penaberên berê xwe dabûn Îtalyayê, li nêzî peravên vî welatî binav bû. Hat ragihandin ku ji 22 penaberên xeniqî 21 jê jin in.

    Di daxuyaniya MSF'ê de li ser detayên bûyerê agahî nehat dayîn, lê hat ragihandin ku zêdeyî 200 penaberên hatine rizgarkirin û bi keştiyan ji nava avê hatine derxistin.

    Her wiha li gorî doneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), hejmara penaberên ji destpêka vê saetê 18ê Tîrmehê roja duşemê di ser Derya Spî re hatine Îtalyayê 79 hezar 861 e. Par di heman demê de 83 hezar 119 penaberan xwe gihandibûn Îtalyayê.

    Li gorî daneyên IOMê, ji destpêka vê salê ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, yan jî winda bûne 3 hezarî derbas kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Penaber nikarin bikevin kampa Grande-Syntheyê
    Bi hezaran penaber ji Ewropayê vegeriyan welatên xwe
    3200 penaber ji Yunansîtanê, vegeriyan welatên xwe
    Zarokên penaber di destê komeleyên cihadîst de ne
    Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
    Etîketan:
    Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), Pênaberên binavbûyî, Deryaya Spî, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de