11:26 23 Hezîran 2018
Pavel Şeremet

Rojnamevanê mûxalif li Kievê hat kuştin

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevanê rûsî yê navdar Pavel Şeremet li paytextê Ûkraynayê li Kievê dema ku li wesayîtê siwar bû wesayîtê înfîlaq kir û di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da.

Kiev — Rojnamevanê rojnameya Ukraynskaya Pravdayê ku bi gotarên xwe yên rexnekirina bêrêtiyên hikumeta Ûkraynayê dihat nasîn Pavel Şeremet îro berê sibehê saet li derdora 07.45an dema li wesayîta xwe siwar bû û motora wê şixuland wesayîtê înfîlaq kir. Şeremet di encama înfîlaqirina wesayîtê de jiyana xwe ji dest da.

Pavel Şeremetê 44 salî wesayîta ku lê siwarbibû ne ya wî, hat ragihandin ku ya dîrektorê rojnameya Ukraynskiyaya Pravda Alyona Pritula bû. Li gorî zanyariyan dema wesayît înfîlaq kiriye Pritula ne di wesayîtê de ye.

Li gorî zanyariyan Pavel Şeremet hem xwediyê pasaporta Rûsya û Ûkrayna û hem jî xwediyê pasaporta Belarusê bû. Şeremet di televîzyona rûsî ya dewletê de jî xebitîbû û ji sala 2012an di rojnameya Ukraynskaya Pravdayê li ser têkiliyên Rûsya, Ûkrayna û Yekîtiya Sovyetê gotar dinivîsandin.

Bi heman mijarî:

Rojnamevanê brîtanî ku di destê DAIŞê de dîl girtiye pesnê rêxistinê da
Rojnamevanê rûsî: ‘Divê Moskova bi Enqereyê re rûne maseye'
Rojnamevanê amerîkî û wergêrê wî li Afxanistanê hatin kuştin
Rojnamevanê frensî: "Divê kurd vê derfeta ragihandina serxwebûnê ji dest bernedin"
Rojnamevanê fransî kete nava hicreyên DAIŞê
Etîketan:
Rojnamevanê rojnameya Ukraynskaya Pravdayê hat kuştin, Alyona Pritula, Pavel Şeremet, Kiev, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de