15:36 23 Gulan 2018
    Yunanistan'a kaçan askerler

    Nasnameyên leşkerên reviyan Yûnanîstanê eşkere bûn

    © REUTERS / Vasilis Ververidis/Eurokinissi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nave 8 leşkerên ku teşebusa derbeya leşkerî kiribûn û piştre jî bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê û ji aliyê hêzên ewlekariya Yûnanîstanê ve hatibûn desteserkirin, eşkere bûn.

    Navenda Nûçeyan — Navê leşkerên ku hewldana derbeyê kirin: ‘Serdar Gencay Buyuk, Mîralay Ugur Uçan, Mîralay Abdullah Yetîk, Mîralay Feridun Çoban, Serdar Ahmet Guzel, Mîralay Suleyman Ozkaynakçi, Efser Bilal Karagul, Efser Mesut Firat in.'

    Hate ragihandin ku li leşkerên derbexwaz muameleyê penaberên sûrî tê kirin. Prosedura Yûnanîstan ku ji bo penaberên Sûriyayê bi kar tîne ji bo leşkeran jî tê sepandin.

    Leşker daxwaznameya penebertiyê dagirtin û leşker dê ji mulaqatê derbas bibin. Piştî mulaqat û lêpirsînê dê biryar bê dayîn gelo îltîcaya wan bê qebulkirin an ne.

    Piştî teleba leşkaran ya ji bo penabertiyê eger neyê qebulkirin, riya îadeya wan a Tirkiyayê vedibe. Balyozê Tirkiyayê ya li Atînayê Kerim Uras destnîşan kir ku leşkerên derbexwaz ki Tirkiyayê bi ewayek adilane bên darêzandin.

    Hate diyarkirin ku leşkerên reviyane roja pênçşemê dîsa derkevin hemberî dadweriyê.

    Bi heman mijarî:

    Kalin: Ji ber êrîşa li hemberî Serokomar 14 kes hatin desteserkirin
    Kûrtûlmûş: Ti keştiya leşkerî ya wenda tune ye
    Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyê mafên mirova di bin xetereyê de ye
    Karsazên Amedê banga pêvajoya çareseriyê kirin
    ÎHD û TÎHV : Bila dewlet li hember mafên mirovan baldar be!
    PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist
    Etîketan:
    prosudir, derbe, hewldan, penaber, leşker, darizandin, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de