16:37 27 Gulan 2018
Abdullah Ocalan

UNITE: ‘Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyek nû ku biserkeve girînge'

© Foto : Yeni Özgür Politika
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Sendîkaya UNITEê ya Brîtanyayê ku ji sendîkayên herî bi bandore, bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku piştî teşebusa derbeyê ya li Tirkiyayê, divê rêwebiriya ku niha heye, neyê piştgûhkirin.

Navenda Nûçeyan — Daxuyaniya sendîkayê de hate diyarkirin ku ji bo pirsgireka kurd bê çareserkirin ji nû ve vegerin maseyê û banga xwe ya ji bo azadiya Ocalan dubare kir.

Sendikayê teşebusa derbeyê rexne kir, rêwebiriya ku niha ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hate avakirin neyê piştgûhkirin û li ser vê yekê banga hevkariya kesên muxalîfên kir û dê bi wan kesan re di têkiliyê de bin.

Daxuyaniya UNITEê di serî de bangî Brîtanya, welatên Ewropayê û hêzên navneteweyî hate kirin. Teşebusa derbeyê ya ku li Tirkiyayê qewimiyê, di salên dawî de bi destên Erdoganî hatiye amadekirin. Rêwebiriya otorîter û antî demokratîk ji aliyê Erdoganî û hikûmeta bi rê ve dibe ve hatiye avakirin. Niha muxalîfên ku li hemberî wan yekan disekinin li girtîgehan de ne û hewldanên li hemberî çapamenî û medyaya civakî hatin bibîrxistin.

‘AZADIYA OCALAN YA JI BO PÊVAJOYEK NÛ KU BI SERKEVE GIRÎNDE'

Sendîkayê, eşkere kir ku hovîtiya li hemberî sivîlên kurd tên kirin dişopînin û ji kirinên Tirkiyayê ya li Sûriyayê jî bigisewetin. UNITE, bangî dewleta tirk kir ku hovîtiya li hemberî kurdan pêk tîne bidawî bike û ji bo aştiyek, aramiyek mayîn de divê demildest vegere maseya muzakereyê. Daxuyaniyê de balê kişandin ser azadiya Ocalan û got: ‘Ji bo pêvajoya çareserî biserkeve azadiya Ocalan girînge.'

Bi heman mijarî:

PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist
YE: Ji bo çareseriya Sûriyeyê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gelekî giring in
‘Bila hewldana derbeyê bibe wesîleya rûpeleke nû'
Îtalya: Vegera cezayê darvekirinê, wê muzakereyan bide sekinandin
Etîketan:
pêvajo, derbe, maf, hewldan, azadî, hovîtî, pirsgirek, çareserî, muxalîf, sivîl, kurd, daxuyanî, Sendîkaya UNITEê, Abdullah Ocalan, Recep Tayyip Erdogan, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de