07:19 24 Gulan 2018
    Polîsê Brîtanyayê

    Li Brîtanyayê êrişa çekdarî: 3 kes mirin

    © AFP 2018 / JACK TAYLOR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di bûyereke êrîşeke çekdarî de ku li bajarê Loncolnshire yê Brîtanyayê de pêk hat, 3 kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku bûyer li nêzîkî melevangehekê û li devera Spaldingê ya girêdayî Linkolnshire qewimiye.

    Êrişa Almanyayê
    © AFP 2018 / Karl-Josef Hildenbrand
    Li gorî medyaya Brîtanyayê, çekdarekî gule li li hejmarek kesan reşandine û di encamê de  2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Herwiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her du kesên sivîl ên hatine kuştin, dayikek û keça wê ne, ku bo melevaniyê çûne melevangehê.

    Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku kesê êrîşkar jî di bûyerê de hatiye kuştin.

    Herwiha derbarê egera terorîstîbûna êrişê de jî polîs da xuyakirin, ti belgeyek nîne ku êrişa îro terorîstî be.

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê êrîş li polîsan hat kirin
    Li Yerêvanê li hemberî baregeha polîsan êrîş: Kuştiyek û rehîne hene
    Li Enqereye li hemberî sûriyeyiyan êrîş pêk hat
    Êrîş li qereqola cendirmeyan hat kirin
    DAIŞê bi hawanan êrîş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    Li Amedê êrîş: 2 polîs birîndar bûn
    Etîketan:
    polîs, êrîş, Linkolnshire, Spalding, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de