06:27 24 Çile 2018
Zindî
    Şewata otobusê

    Li Taywanê agir girte otobusa turîstan: 26 mirî

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Taywanê otobusa ku turîst têde bûn agir girtê, di encama agirtina otobusa turîstan de herî 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Otobusa turîstan ku li bajarê Taoyuana Taywanê turîst tê de bûn û di rê de diçû agir girtê. Li gorî zanyariyên destpêkê ji ber şewatê di otobusê de herî kêm 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan.

    Otobusa turîstan ku duhî ji bajêr ber bi balafirxaneyê ve diçû ji ber sedemeke nediyar agir girtê. Di otobusê de herî kêm 26 turîstan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî ajansa Taiwan Newsê piraniya turîstan hemwelatiyên Çînê ne.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di otobusê de ajoker, 2 rêberên turîstan û 23 rêvî jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî dîmênan otobusê li bariyerên li ser rê qelibî û paşî duxan jê bilind dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li paytexta Tayvanê teqîn pek hat
    Li Sibiryayê di kanayê de şewat:'75 karker dorpêçayî ne
    Li mala yextiyaran de şewat: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li Çiyayê Cûdiyê şewat: Bi hezaran donim daristan şewitîn
    Li Girtigehê şewat: 6 birîndar!
    Etîketan:
    Şewata otobusa turîstan, Taywan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de