02:51 19 Çile 2018
Zindî
    Balafir

    Firînên navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê dest pê kirin

    © AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Firînên ku ji ber hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê yên navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê rawestiyabûn dîsa dest pê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Firînên balafirên Rêya Hewayî ya Tirk (THY) a navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê ji ber hewldana derbeya leşkerî rawestiyabûn. Balafira THYê ya bi reqema TK 003 a Stenbol û New Yorkê dîsa dest pê kir.

    Balafira THYê ya ku saet 06.45an wê ji Balafirxaneya Ataturkê ji Xeta Derve ji deriye 226an derkeve bi destegulan hat oxirkirin, balafir li New Yorkê wê li balafirxaneya John F. Kennedy ya Navneteweyî dakeve.

    Federasyona Hewageriya Federal a Amerîkayê, piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê heta fermaneke duyemîn firînên navbera her du welatan, hem ji Stenbolê bo New York û hem ji New Yorkê bo Stenbolê bi awayê dualî dabûn rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka : Tirkiye bazirganiya mirovan û şertên dij mirovî asteng nake
    “Tirkiye dixwaze Amerîka dest ji piştgiriya kurdan berde”
    Amerîka: Em ji bo demokrasiya Tirkiye bi endîşe ne
    Amerîka israr dike ku PKK û Tirkiye vegerin muzakereyê
    Amerîka: Pêwîst e Tirkiye çapemeniya azad biparêze
    Etîketan:
    Qedexekirina firînên dualî, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de