19:57 21 Sibat 2018
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanı John Kerry - AB Dış Politika ve Güvenlik Yüksek Temsilcisi Federica Mogherini

    John Kerry: Endambûna NATOyê ji bo demokrasiyê rêzgirtinê îcab dike

    © REUTERS/ François Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry diyar kir ku ew tiştên li Tirkiyeyê diqewimin, bi baldarî dinirxînin û got "endambûna NATOyê ji bo demokrasiyê rêzgirtinê îcab dike."

    Bruksel — Kerry li Brukselê bi Nûnera Bilind ya Pewyendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê Federîca Morgherînî re civîna çapemeniyê lidarxist û diyar kir ku Tirkiyeyê bi awayekî fermî îadekirina Fethûllah Gulen nexwestiye. Kerry anî ziman ku di derbarê daxwazên îadeyê de Amerîka xwediyê prosedurên fermî ye û got Tirkiye di mijara îadekirina Gulen de divê ne îdiayan, divê delîlan peşkeş bike.

    BANGA "PERGALA HIQÛQÊ Û ÎSTÎQARARÊ'

    Herwiha Kerry ragihand ku piştî hewldana derbeyê divê Tirkiye li hemberî pergala hiqûqê û saziyên demokratîk bi rêz tevbigere û got "helbet divê kesên ku peywendiya wan bi hewldana derbeyê re heye, werin darizandin lê em bang dikin ku divê ev yek sînorên darizandinê derbas neke. Endambûna NATOyê ji demokrasiyê re rêzgirtinê îcab dike."

    Li gel vê yekê Kerry diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû bawerî daye wan ku wê li gorî oêvajoya demokratîk tev bigerin û got "em ji bo pêkanîna aramî û îstîqrarê banga hikumetê Tirkiyeyê dikin."

    Bi heman mijarî:

    'Pûtîn û Kerry ji bo Sûriyeyê behsa hevkariyeke rasterast nekirin'
    Armanca serdana Kerry ya Rûsyayê çi ye?
    Kremlîn: "Sibê Pûtîn wê pêşwaziya Kerry bike"
    Kerry: DAIŞ hay ji têkçûna xwe heye
    Etîketan:
    rêzgirtin, demokrasî, endambûn, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, NATO, Mevlût Çavuşoglu, Federica Mogherini, John Kerry, Tirkiye, Amerîka, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de