16:35 18 Hezîran 2018
Mele Mistefayê Barzanî

Rojnamevanê frensî: "Divê kurd vê derfeta ragihandina serxwebûnê ji dest bernedin"

© Foto : Facebook
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Rojnamevanê frensî François-Xavier Lovat di heman demê de ev 50 sale wêneyan jî dikşîne. Lovat, divê kurd vê derfeta ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji dest bernedin.

Navenda Nûçeyan — Rojnamevanê frensî François-Xavier Lovat di hevpeyvîna xwe ya kanala K24ê de got: "Kurd tucarî hewçend nêzî ragihandina serxwebûnê nebûbûn û niha kurd xwediyê hemû derfetên ragihandina serxwebûnê ne. Lê mixabin kurdan tim dijminantiya xwe kir û bûn qurbana welatên derdor. Lewma kurd ji bo armanc û hedefên xwe divê yekîtiya xwe saz bikin."

François-Xavier Lovat di sala 1963an de nêzî 6 mehan heval û hogirtî bi Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyan re kir û bi sedan wêne kişandin.

Barzanî mirovekî bi wijdan bû

Lovat di berdewamiya axaftina xwe de behsa Mele Mistefa Barzanî kir û got: "Barzanî mirovekî fêhmker û bi wijdan bû. Bi saya derfet dayîna wî min hemû kare xwe bi serfirazî qedand, gelekî qedr û qîmet dida min. Dizanîbû wê bi kî re çawa dan û standinê bike. Wî gelek welatên dinyayê dîtibûn û di siyasetê de xwe pir bi pêş xistibû."

Rojnamevanê frensî di dawiya axaftina xwe de got: "Di demeke ku pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina axa welatê xwe tekoşînê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê didin de, bila kes neçe ji konsolxaneyan û nebêje ma dema veqetandina me nehatiye? Lewma mafê çarenûsa di destê kurdan bi xwe de ye û kurd dikarin serxwebûna welatê xwe ragihînin."

Bi heman mijarî:

Balyozê îsraîlî: "Beriya herkesî em ê serxwebûna Kurdistanê binasin"
Partiya Dawayê piştgiriya xwe ji serxwebûna Kurdistanê re ragihand
PDK: PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
Parlamenterên HDPê piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê
Amerîkayê ji bo serxwebûna Kurdistanê dîrok da
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye, Rojnamevanê frensî, Mele Mistefa Barzani, François-Xavier Lovat, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de