20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Piccadilly Circus, London, England

    Li Îngiltereyê piştî Thatceherê duyemîn serokwezîra jin

    © Flickr/ hjl
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Di tûra duyem a hilbijartina serokatiya Partiya Muhafazakar ya Îngiltereyê Wezîra Karê Hundir Theresa May û Alîkara Wezîrê Enerjiyê Andrea Leadsom derketin fînalê. Encamên hilbijartinê wê di 9ê îlonê de diyar bibin û wê serokwezîra nû Îngiltereyê jî diyar bike.

    London — Di tûra duyem a dengdayina veşartî de 329 parlamenterên Partiya Muhafazakarê deng bikar anîn. Di encamê de Theresa Mayê 199 deng stand, Andrea Leadsomê jî 84. Wezîrê Dadê Michael Gove tenê 46 deng bidest xist. Li gorî van encaman Gove ji pêşbirkê derket. Her dû namzetên jin May û Leadsom wê ji bo serokatiya Partiya Muhafazakar û serokwezartiyê têkevin pêşbirkê.

    Li Îngiltereyê piştî ku May an jî Leadsom bibin serokwezîr, wê bibin duyemîn jina ku wezîfeya serokwezîrtiyê hilgirtiye. Margaret Thatcher yekemîn serokwezîra jin bû ku di 2013ê de, di 87 saliya xwe de miri bû. Seroka Partiya Muhafazakar Thatcher di navbera 1979 û 1990î de serokwezîrtî kiribû.

    Meha borî li Îngiltereyê referandûm hatibû çekirin û sedî 52 gel daxwaza derketine ji YEyê standibû. Piştî vê referandûmê Serokwezîr David Cameron aşkerekiribû ku wê dest ji wezîfê berde.

    Bi heman mijarî:

    “Nerîna ku Brexit bi kêrî Rûsyayê hat, şaş e”
    Piştî Brexitê li Brîtanyayê êrişên nijadperestî zêde bûn!
    Guardinê derbarê Brexitê de manşeteke balkêş avêt
    Brexitê medyaya civakî hejand
    David Cameron ji wezîfeya serokwezîrtiyê istîfa kir
    Davîd Cameron: Ji ber Tirkiyeyê nebêjin "Na"
    Etîketan:
    hilbijartin, Brexit, David Cameron, Margaret Thatcher, Michael Gove, Andrea Leadsom, Theresa May, Îngiltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de