07:39 21 Tebax 2017
Zindî
    Îran

    Rojnameya almanî îdia dike ku ‘Îran bombeya atomê çêdike'

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Çapemeniya almanî îdia dike ku Îran hewl dide bombeya atomê bidest bixe û derbarê vê hewldanê de, di destê Ofîsa Federal a Parastina Destûra Bingehîn a Almanyayê de ‘delîlên bêşik' hene.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên rojnameya Taggesspiegelê ji çavkaniyên Wezareta Hundir a Almanyayê bidest xistiye, Îran hewld dide ku teknolojiyên çêkirina çekên tunekirina girseyî dijyaseyî bidest bixe. Hate îdiakirin ku hewldanên Îranê di van demên dawî de zêdetir bûne.

    Rojname îdia dike ku Îranê ji bo bidestxistina teknolojiyên ji bo çêkirina bombeya atomê 90 caran hewl daye. Li gorî heman nûçeyê îstixbarata almanî jî ev hewldan bi programa nukleer a Tehranê ve girêdaye.

    Şîrovekarê Press TV ya Îranê ku bi ingilîzî weşanê dike û pisporê enerjiya nukleer Hassan Beheshtipour îdiayên rojnameya almanî weke ‘nûçeyek derew a ku ji rastiyê dûr' binav kir.
    Beheshtipour diyar kur ku hewldanên veşartî yên Îranê yên di vê mijarê de ne mimkun e, ji ber ku li gorî peymana Tehranê bi welatên P5+1ê re îmzekiriye, amûrên di çêkirina bombeya atomê de tenê dikare di bin kontrola Saziya Enerjiya Atomê ya Navdewletî de bidest bixe.

    Bi heman mijarî:

    Kerry: Hebûna Îranê ya li Iraqê ji bo têkoşîna bi DAIŞê re baş e
    Îranê jî Behreyn hişyarî kir
    Îranê û Boeingê peymanek îmze kirin
    Îranê û koma `şeşînê` rêkeftina derbarê bernama atomê bidestxistin
    Amerîka bomba atomê ya nûjen ezmûnkir
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Etîketan:
    çêkirina bombeya atomê, Saziya Enerjiya Atomê ya Navdewletî, Press TV, Rojnameya Taggesspiegelê, Hassan Beheshtipour, Almanya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de