20:29 16 Tebax 2017
Zindî
    Hillary Clînton

    Clîntonê ji ber 'tundiyê' rexne li polêsên Amerîkayê girt

    © REUTERS/ Scott Morgan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li Amerîkayê namzeta Demokratan Hîllary Clînton li bajarê Baton Roûge ji aliyê polêsan ve kuştina hemwelatiyekî reşik rexne kir.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Clîntonê di derbarê reşikê Amerîkayî Alton Sterlîn de ku li bajarê Baton Roûge ji aliyê polêsan ve hat kuştin, daxuyaniyeke niviskî da.

    Clînton dest nîşan kir ku ev bûyereke pir xeternak e û got "kuştina Alton Sterlîng trajediyek e. Ji bo malbata wî û 5 zarokên wî dia dikim. Ji Staten Îslandê heta Baltîmoreê, ji Fergûsonê heta Baton Roûgeê gelek malbatên Afrîkayî-Amerîkayî ji ber ku hezkiriyên wan ji aliyê polêsan ve hatin kuştin, şînê digirin."

    Clînton diyar kir ku "ger ku ev qas pir Amerîkayî ji ber rengê çermên xwe bawer dikin ku bi qasî mirovên din ne bi qîmet in, wê demê li vir hinek tişt ji binî ve şaş in."

    JI DESTPÊKA 2016AN ŞÛNDE 505 KES HATIN KUŞTIN

    Li gorî agahiyên rojnameya Amerîkayî Washîngton Postê tevlê kuştina li Baton Roûgeê hejmara kesên ku ji aliyê polêsan ve hatin kuştin, din ava 2016an de gihîşt 505 kesan.

    Li eyaleta Loûîsîana li bajarê Baton Roûgeê roja sêşemê bûyerek qewimî bû û di vê bûyerê reşikê Amerîkayî Alton Sterlîngê 37 salî di encama gulberdana polêsan de jiyana xwe ji dest dabû. Pişt re jî li ser vê yekê protesto hatibûn lidarxistin û ji ber vê bûyerê jî Wezareta Dadê dest bi lêpirsînê kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Assenge: "Danûstandina di navbera Clinton û Google de "Bira biraye bazar xuya ye"
    Peskov bersiva Clinton da: ‘Em ê çima cejnê bikin?'
    Hilary Clinton, derbarê weşanên RTyê de hertim hatiye agehdarkirin
    Clinton û Viyan Dexîl civiyan
    Etîketan:
    rexne, tundî, kuştin, reşik, polêsên Amerîkayê, Hîllary Clînton, Washîngton, Afrîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de