04:51 19 Çile 2018
Zindî
    Bangladeş'te saldırı.

    Nîjadên kesên ku di êrişa li Bangledeşê de mirin hatin eşkerekirin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Dakkayê ya paytexta Bagledeşê ku restorantekî de 35 kes dîl hatibûn girtin û di encamê de ji wan 20 kes hatibûn kuştin. Hate ragihandin ku nasname û nîjadên wan hatine eşkerekirin.

    Bangledeş — Rayedarek ji hikûmeta Hindistanê eşkere kir ku di nav kesên ku natine kuştin de welatiyên îtalî, japonî, Koreya Başûr Hindistanî ne. Di nav 13 kesên ku hatin xilaskirin de jî 7 welatiyên Bangledeşê û yek jî hindî ye.

    Di nav kesên birîndar de jî ku li nexweşxaneyê tên dermankirin 2 Srî Lanka, yek japon û yek jî îtaliyê.

    Ji aliye din ve Serokwezîrê Karên Derveyê ya Hindîstanê Sushma Swaraj, peyama ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir de got: ‘Di êrişa Dakkayê de keçekî hindî ez bi xwemgînî parve dikim ku ji aliye êrişkaran ve hatiye kuştin.'

    Hikûmeta Japonyayê jî diyar kir ku di dema bûyerê de 8 welatiyên wan di restorantê de bûne yek ji wan di dema operasyonê de hatiye xilaskirin lê ji welatiyek japonî hêj agahî nestandine.

    Rayedarên Bangledeşê jî eşkere kiribûn ku 6 kesên ku êrişê restorantê kirine hatine kuştin, 13 kesên ku dîl hatibûn girtîn jî xilas kirine.

    Dûh bişev di dema operasyonê de 2 polês jiyana xwe ji dest dabûn, nêzî 30 polês jî birîndar bibûn. Herwiha êrişê DAIŞê girte ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    ‘DAIŞ li El Babê Kurdan bi saxî dişewitîne'
    DYA: Dibe ku DAIŞ li Tirkiyê êrîşeke mezintir li dar bixe
    Demirtaş: DAIŞ ketiye nav saziyên dewletê
    Kerry: DAIŞ hay ji têkçûna xwe heye
    DAIŞ li Dêra Zorê 5 rojnavmevan qetil kir
    Etîketan:
    birîndar, mirî, polês, DAIŞ, restorant, nîjad, nasname, êriş, Bangladeş, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de