12:27 24 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    17 DAIŞî di nav penaberan de derbasî Ewropayê bûne

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Saziya Parastina Zagona Almanyayê Hans-Georg Maassen ragihand ku heta niha tespit kirine 17 terorîstên DAIŞê di dewsa penaberan de çûne Ewropayê.

    Navenda Nûçeyan — Hans-Georg Maassen, destnîşan kir ku ev 17 terorîstên DAIŞê ji bo çalaki pêk bînin hatine şandin.

    Maassen, Frankfurter Allgemeinen Zeitungê re axivî û got: ‘Ji wan 17 kesan piraniyan wan hatine kuştin an jî girtîne. Ji wan 2 kes di êrişa li Parîsê paytexta Fransayê de hatin kuştin.

    Li gorî rojnameya Deutsche Welle Maassen balê kişandiye ser 17 kesan riyên ku penaber biqaçaxî bikar tînin van riyan bikar naynin.

    Di demek nêz de polêsên Almanyayê diyar kiribûn ku bi sedan îxbara terorîst tevlî penaberan dibin û derbasî Ewropayê dibin sitandine. Lê hinek ji wan îxbarên berbi çav bûne û derbarên wan de lêpirsîn hatine kirin.

    Di sala 2015an de ji mîlyonek zêdetir penaber çûne Almanyayê. Rayedarên almanî li bakurê Deutsche Welleyê, Baden-Wurttembergê û Brandenburgê 3 kesan bigumana DAIŞê desteser kiribûn.

    Dozgeriya Federal 3 kesên ku hatin desteser kirin bi plana êrişa terorî suçdar kir. Rayedarên almanî piştrast kiribûn ku ev her 3 kes xwe din av penaberan de weşartine.

    Bi heman mijarî:

    'DAIŞ li Iraqê têk diçe'
    Demirtaş: DAIŞ ketiye nav saziyên dewletê
    Generalê istixbarata rûsî yê malnişîn: Divê DAIŞ bê qirkirin
    DAIŞ li Dêra Zorê 5 rojnavmevan qetil kir
    Etîketan:
    rayeder, îxbar, plan, êriş, dewsa, penaber, DAIŞ, Frankfurter Allgemeinen Zeitung, Hans-Georg Maasse, Fransa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de