08:13 23 Gulan 2018
    Êrişa Balafirxaneya Ataturkê

    Ukrayna: Kesê ku êrişa Ataturkê plan kiriye sîxurê me ye

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê Ewlehiyê ya bajarê Odessayê yê Ukraynayê Giorgi Lortkipanidze, eşkere kir ku Ahmed Çatayevê yê plana êrişa balafirgeha Ataturkê kiriye, sîxurê wanê peretiye û ji bo hikûmetê derbarê terorîstan de agahî dicive.

    Odessa — Rayedarekî amerîkî ragihandibû ku êrişa balafirgeha Ataturkê ji aliyê Ahmet Çatayevê ve hatiye plankirin. Hate diyarkirin ku Çatayev di rêxistina terorî DAIŞê de di peywirên gelek girîng de rol girtiye.

    Serokê Komîteya Ewlehiya Navxweyî û endamê Kongreya Amerîkayê Michael McCaul, destnîşan kir ku Çatayev gelek caran çûye Sûriyayê û di wezareta şer ê rêxistinê de gelek caran operasyon birêve biriye.

    Ji aliye din ve Midûrê Ewlehiya Odessayê Giorgi Lortkipanidze got: ‘Çayatev bi pere sîxurtiya me kiriye û ji bo hikûmetê derbarê terorîstan de agahî civandiye.'

    Bi heman mijarî:

    Stratfor: Amerîka li Sûriyayê tawîzan dide Rûsyayê
    Rûsya, ji bo firîna bi ewle ya Baltikê dest bi kar kir
    Nasnameya terorîstên Balafirxaneya Ataturkê diyar bû
    CNN TURK: MITê ji bo êrîşa Balafirxaneyê Ataturkê 20 roj berê hişyarî dabû
    Etîketan:
    agahî, hikûmet, sîxur, operasyon, plan, balafirgeh, êriş, Midûrê Ewlehiya Odessayê, Giorgi Lortkipanidze, Michael McCaul, Ahmet Çatayev, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de