16:40 27 Gulan 2018
Navgîna Hewayî ya Bêmirov

DYA: Di êrişên hewayî de 116 sivîl mirin

© Flickr / US Air Force
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI), bîlançoya êrişên bi balafirên bêmirov ên li derveyî Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatine kirin, eşkere kir.

Navenda nûçeyan — Li daxuyaniya DNIyê, ji sala 2009an û vir ve 581 cîhadîst ji aliyê balafirên şer yên bêmirov hatine kuştin. Lê belê li gel terorîstan 116 sivîl jî ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî hin saziyên sivîl jî ev hejmar ne rast e û hejmara kuştiyên sivîl di navbera 200 û 900 kesan de ye.

Di daxuyaniya DNIyê de hat ragihandin, di çarçoveya sozên Serok Barack Obama beriya niha dabû de, ev bîlanço hatiye eşkerekirin. Lewra Obama soz da bû, ku di serî de êrişên hewayî yên bi balafirên bêmirov li derveyî welat tên kirin û di gelek mijaran de dê ‘hîn bêhtir agahiyan' bide gelê Amerîkayê.

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê balafireke bêmirov a DAIŞê xist
Balafirên bêmirov ên Rûsyayê dîmenên TIR ên ku çek ji Tirkiyayê dibirin Sûriyayê kişand
Rûsyayê dest bi xebatên 'balafirên bêmirov yê kamîkaze' kir
Pêşmergeyan balafireke bêmirov ya DAIŞê xist!
Pêşmerge li Kerkûkê dê bi balafirên bêmirov DAIŞiyan bişopînin
Etîketan:
daiş, kuştî, sivîl, şer, balafirê bêmirov, amerîka, îstîxbarat, dni, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de