15:34 23 Gulan 2018
    Êrişa Bangladeşê

    Li Bangladeşê li dijî kafeya dîplomatan êriş: 6 kuştî

    © AP Photo /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Bangladeşê krîza rehîneyan ku bi çek û bombeyên destan dest pêkiribû bi dawî bû. Di operasyona hêzên taybet ên Bangladeşê de ku bi tevahiya şeve doman 6 erişker hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li Bangladeşê krîza rehîneyan ku bi çek û bombeyên destan dest pêkiribû bi dawî bû. Di operasyona hêzên taybet ên Bangladeşê de ku bi tevahiya şeve doman 6 erişker hatin kuştin û 13 rehîne jî hatin rizgarkirin, lê derheqê aqubeta 20 rehîneyên din ku berê hatibûn girtin de tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

    Li paytextê Bangladeşê li Dakarê herêma ku zede balyozxane û konsolos lê ne, li dijî kafeya Holey Artisan Bakeryê erişeke çekdarî û bombeya destan pêk hat, di êrişê de du polês hatibûn kuştin û nêzî 35 kesî jî rehin hatibûn girtin. Li gorî Reutersê ku dispêre polêsekî bangladeşî û ragihand ku di nava rehîneyan de kesên biyanî jî hene.

    Amaq: "DAIŞê êriş pêk anî û 24 rehîne hatin kuştin"

    Ajansa nûçeyan a Amaqê ku wekî ajansa rêxistina terorîst a DAIŞê tê zanîn îdia kir ku rêxistinê ew êriş pêk aniye û ji rehîneyan 24 hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Bangladeşê li hember rêxistinên Islamî operasyon: 1600 kes hatin desteserkirin
    Li Bangladeşê bahoz: Nîv milyon mirov neçar man ku cî biguherînin
    Ji ber vedana birûskê li Bangladeşê 50 kes mirin
    Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişa kafeya dîplomatan kirin, Dakar, Bangladeş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de