01:16 26 Îlon 2017
Zindî
    Çîn - Pekîn

    Koreya Bakur behane ye, armanca rasteqîn Çîn e?

    © AP Photo/ Ng Han Guan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gel ku Amerîka, Japonya û Koreya Başûr di tetbîqata xwe ya hevbeş de, diyar dikin ku armanca wan Koreya Bkaur jî, pispor dibêjin ku armanca serekî Çîn e.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Pasîfîkê ya Amerîkayê daxuyanî derbarê tetbîqatê de da û got, "di tetbîqatê de, li ser hevbandoriya beşdaran di dema berdan moşekê de hat sekinîn, kanalên pêwendiyê hatin saxlemkirin., dane hatin berhevkirin û derfet li dijî tehdîdan hatin nirxandin. Anku moşekên balîstik ên sîmultane hatin şopandin û agahî bi hev hatin veguhestin".

    Ji aliyekî din ve, Koreya Bakur di 22ê Hezîranê de ceribandina moşekên balîstîk pêk anîbû û serokê wî welatî Kim Jong-unî gotibû ku moşekên wan digihên Amerîkayê. Îca ji ber vê Amerîka, Japonya û Koreya Başûr bi hev re û bi awayekî fermî tetbîqat li dar xist.

    AMERÎKÎ ZÊDE GUH LI TEHDÎDA KOREYA BAKUR NAKIN

    Serokê Bernameya Koreya ya Enstîtuya Aboriyê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Georgiy Tolorayayî dibêje ku wiha diyar e, ev tetbîqat bi piranî li dijî çînê ne. Herwiha Toloraya di vê mijarê de, şiroveyeke wiha kir:

    "Ev tetbîqat bersiveke lezgîn ji Amerîkayê bo Koreya Bakur bû, lê Koreya Bakur tenê behaneyek bû ji bo tetbîqatê. Li gorî hevdîtinên min pêk anîne, ew bi xwe Amerîka zêde guh li tehdîdê Koreya Bakur nake".

    "BEHANEYEK XWEŞ BI WASHINGTONÊ ÇÊBÛ"

    Pisporî wiha dewam kir: "Ev mesele ji Wahsingtonê re bû behaneyeke baş ta ku pergala dijî moşekên Koreya Bakur bi cih bike û bloga leşkerî ya Amerîka, Koreya başûr û Japonyayê pêk bîne. Helbet jî alîgiriya wê ya dijî Çînê jî heye, ji ber têkiliyên di navbera Çîn û Amerîkayê de, ji hevkar û reqabetê derdikeve û digihêje asteke bilindtir ku rikeberiyê dihewîne. Faktora Koreya Bakur tenê bû tetîk bo vê meseleyê".

    Bi heman mijarî:

    Japonya ji ber Koreya Bakur ket rewşa amadebaşiyê
    Rûsya:'Li hemberî Koreya Bakur em li dijî bertekên leşkeri yên zede ne'
    Koreya Bakur:'Bi şaşîtî me dest danî ser keştiya Rûsyayê'
    Rûsyayê hişyarî da Koreya Bakur
    Heta desthilatdariya Koreya Bakur neyê binpêkirin, çêkên kîmyayî bi kar nayîne
    Serokê Koreya Bakur Kim, dawet û merasîmên cenazeyan qedexe kirin
    Etîketan:
    tetbîqat, Kim Jong-un, Georgiy Toloraya, Wahsington, Rûsiya, Japonya, Koreya Başûr, Koreya Bakur, Amerîka, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de