16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Christian Kern

    Awustriya: Eger Tirkiye têkeve YEyê, em ê referadnûma derketinê pêk bînin

    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokwezîrê Awustiriyayê Chirstian Kernî ragihand, eger Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê, welatê wî ji bo diyarkirina endamitiya xwe di yekîtiyê de, dê referandûmê pêk bîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Zamanê, serokwezîrê Awustiriyayê di bernameya ZIB2yê ya Televizyona Dewleta Awustiriyayê ORFê de axivî û diyar kir ku nerînên serokwezîrê berê yên derbarê YEyê wî pêwendîdar nakin.

    Herwiha Kernî diyar kir ku eger Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê, ew ê referandûma mayîn an Jî derketina ji Yekîtiya Ewropayê pêk bînin ji ber ku ev mijar giring e û divê bi dengdanê bê diyarkirin.

    Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê berê Werner Faymann ji ber ku partiyên rastgirên tundrew di çarçoveya polîtîkaya penaberan de xurttir dibûn, îstîfa kiribû û Kern meha Gulanê hatibû şûna wî.

    Herwiha serokwezîrê awustirî diyar kir ku ew ê encamên giran ji derketina Brîtanyayê ji YEyê derkevin lê dîsa jî divê em rêzê ji biryara gelê Brîtanyayê re bigirin û bandorên neyênî daxin kêmtirîn astê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bi balyozên YEyê re Sûriye û Ûkrayna nirxandin
    Merkel: Divê em pêşiyê li cudabûna welatên endam ya ji YEyê bigirin
    Elmar Brok: "Pêwistiya YEyê bi artêşeke pan-Ewropayê heye"
    Parlamenterê AKPê Şahin: Welatiyên YEyê wê muhtacî Tirkiyê bibin
    Gelo li îngilîstanê ji bo YEyê referandûma duyemîn dê bibe?
    Canikli: "Pêvajoya belavbûna YEyê dest pê kir"
    Etîketan:
    referandûm, YE, Werner Faymann, Christian Kern, Brîtanya, Tirkiye, Awustirya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de