11:32 24 Îlon 2017
Zindî
    xebat

    Li Almanyayê 2,6 kes bêkar in!

    © milliyet.com.tr
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Welatê herî mezin yê Ewrûpayê Almanya, diyar kir ku hejmara welatiyên bêkar roj bi roj kêmtir dibin.

    Navenda nûçeyan — Li gorî agahiyên Saziya Xebatan ya Federal ya Almanyayê, li seranserê Almanyayê hejmara bêkariyê di meha Hezîranê de bi qasî 50 hezarên din kêm bûye û daketiye 2 milyon û 614 hezaran.
    Hate ragihandin ku rêjeya bêkariyê 0,1 puan kêm bûye û daketiye sedî 5,6an. Ev rêje rêjeya herî kêm ya ji salên 1990an heta roja îro ye.
    Lê li seranserê Almanyayê hêj bi milyonan kes bi awayekî nîvdemî dixebitin. Rêjeya xebatkarên nîvdemî ji meha Gulanê li ser 3,5 milyonan bû.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara zarokên karker kêm nabin, mercên wan jî zehmettir dibin
    Li Sibiryayê di kanayê de şewat:'75 karker dorpêçayî ne
    PKKê her sê karker berdan
    Li Çînê hez çêbûye - 35 karker winda ne
    Etîketan:
    bêkar, rêje, pêşketin, karker, xebat, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de