15:54 20 Îlon 2017
Zindî
    Eş Şebaba Somalî

    Li Somaliyê bombeyek teqiya: 18 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da

    © AP Photo/ Mohamed Sheikh Nor
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li bajarê Lafole yê başûrê rojhilatê paytexta Somalî Mogadişuyê, di dema derbasbûna otobûseke sivîlan de bombeyek teqiya û 18 kes mirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di dema derbasbûna otobûsê de, bombeya li kêleka rê hatibû vedan teqiye û 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyan, teqîn di dema derbasbûna wesayita leşkerên Somalî pêk hatiye lê wesayita leşkerî jê filitiye.

    Heta niha ti kesî berpirsiyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye lê çavkaniyên fermî diyar dikin ku dibe ev êrîş ji aliyê rêxistina El Şebabê ve hatibe kirin.

    Rêxistina El Şebab di dema borî de jî êrîşên bi heman awayî li dijî sivîlan û hêzên hikûmetê êrîşên kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'
    Li Somaliyê teqîn: '15 mirî'
    Li Somaliyê êrişa komkujî: 20 kuştî
    Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 11 kuştî
    Amerîkayê Qempa El Şebab bombebaran kir: 150 kuştî!
    El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
    Etîketan:
    sivîl, kuştî, teqîn, El Şebab, Afrîka, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de