04:24 24 Îlon 2017
Zindî
    ABF Swêd

    ABF ya Swêdê Federasyona Tirk ji endamtiyê avêt

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2710

    Hat ragihandin ku rêxistina xwendin û perwedekirinê ABF ya Swêdê di dîroka xwe ya 100 salî de cara yekem e ku rêxistinek ji endamtiyê avêt ku ev rêxistina ku hate avêtin jî Federasyona Tirk e.

    Stockholm — Li gorî agahiyên malpera Radyoya Swêdê hat diyar kirin ku rêxistina xwendin û perwedekirinê ABF ya li Swêdê di dîroka xwe ya 100 salî de cara yekem e rêxistinek ji endamtiya xwe derxistiye ku ew rêxistina hate derxistin jî Federasyona Tirk e.

    Hat diyar kirin ku li ser vê mijarê Seroka ABFê Helen Petterson gotiye "rêxistinên endamên me xwediyê hin nirxên bingehîn yên hevbeş in lê xuya ye ku Federasyona Tirk li gorî van nirxan tev nagere."

    Hat ragihandin ku îsal biharê gava ku Cigîrê Serokê Federsayona Tirk Barbarsoz Leylanî li qada Sergelê li hemberî Ermeniyan axaftineke kindar î kir û ji ber vê yekê ABFê jî dest bi lêkolîna Federasyona Tirk kiribû.
    Li gorî agahiyên malperê tê gotin ku her çi qas piştî axaftinê Barbaros Leylanî îstîfa kiribe jî paşê Radyoya Swêdê derxistibû holê ku Federasyona Tirk di malpera xwe de nivîsên nijadperest yên wek bîranîna ji bo serokê berê yê partiya MHPê Alparslan Turkeş belav kirine û rêveberên federasyonê eşkere dane xuyandin ku ew endamên vê partiya MHPê ne.

    ABF li Swêdê rêxistina herî mezin ya xwendin û perwedkariyê ye ku 100 rêxistin endamê wê ne û li hemû şarederiyên Swêdê şaxên ABFê hene. Li avahiyên ABFê çalakiyên wekî çandî, perwerdehî, qurs û semînêr tên lidarxistin. Li gel federasyon û komeleyên Swêdê gelek federsayon û komeleyên biyanî jî endamên ABFê ne. ABF di dîroka xwe ya 104 salî de ev cara yekem e ku rêxistinekê ji endamtiyê derdixîne.

    Bi heman mijarî:

    Swêd, li hemberî metirsiya DAIŞê ketiye alarmê
    Swêd: ‘Heke kurd biryara serxwebûnê bidin, Ewropa dê pêşwaziyê lê bike'
    Swêd: Amade ye di hemû waran de alîkariya Kurdistanê bike
    SWÊD- Derbarê şandina alîkariyan bo Pêşmerge yekdeng in
    Etîketan:
    nijadperest, endamtî, avêtin, Federasyona Tirk, ABF, MHP, Alparslan Turkeş, Helena Petterson, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de