20:25 27 Gulan 2018
Angela Merkel

Merkel: Divê em pêşiyê li cudabûna welatên endam ya ji YEyê bigirin

© AP Photo / Gero Breloer
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo mijara Brexîtê xwe amade dike ku li Berlînê bi serokê Konseya YEyê Donald Tûsk, serokomarê Fransayê Françoîs Hollande û serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî re hevdîtinekê pêk bîne lê berê vê hevdîtinê di civîna partiya xwe ya Partiya Demokrat ya Xirîstiyanan de axivî.

Berlîn — Li gorî agahiyên du beşdarvanên civînê Merkelê gotiye divê em pêşiyê li welatên din bigirin da ku ew jî wek Îngilîstanê ji YEyê cuda nebin. Merkel diyar kir ku ew bi fikar e ku YEyê êdî di piyaseyên fînansê yên navnetweyî de nikaribe were îdare kirin û got divê YEyê li ewlehiya sînor û derfetên kar bisekine.

Li aliyê din li gorî daxuyaniya rayedarekî Serokomartiya Fransayê Merkel û Hollande îro bi riya telefonê hevdîtinek pêk aniye û anîne ziman ku geşedanên piştî biryara Îngilîstanê ya cudabûna ji YEyê, dê bi awayekî ‘tifaqeke tam' bigirin ber xwe û binirxînin.

 

Bi heman mijarî:

Merkel: Heqaretên li parlementerên esiltirk tên kirin, nayên fêmkirin
Merkel: Em dixwazin siberojeke kurdan hebe
Merkel bûye sedem ku Erdogan şantajê li Ewropayê bike
Merkel serdana Tirkiyeyê dike
Etîketan:
cudabûn, hevdîtin, Serokomartiya Fransayê, YE, Martteo Renzî, Angela Merkel, François Hollande, Îtalya, Fransa, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de