13:12 24 Gulan 2018
    Serokwezîrê Israylê Binyamin Netanyahu

    Netanyahu: "Abluqeya Xezzeyê wê bidome"

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu derbarê mijara rêkeftina bi Tirkiyeyê re axivî û ragihand ku abluqeya Îsraîlê ya ser Xezzeyê wê berdewam be.

    Roma — Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu derbarê mijara rêkeftina bi Tirkiyeyê re axivî û ragihand ku abluqeya Îsraîlê ya ser Xezzeyê wê berdewam be.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li paytextê Îtalyayê li Romayê di civîna çapemenî de derbarê mijara rêkeftina bi Tirkiyeyê re axivî û ragihand ku li gorî peymanê li Tirkiyeyê çalekiyên terorî yên li dijî Îsraîlê dê werin qedexekirin.

    Netanyahu di axaftina xwe behsa mijara abluqeya Xezzayê kir û got: "Ev ji bo me mijareke ewlehî ya herî girîng e û lewma min nexwest ez tawîzan bidim. Ev ji bo astengkrina bihêzbûna Hamasê tiştekî pêwist bû."

    Benjamîn Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Peymana bi Tirkiyeyê re wê kedeke mezin li aramiya Rojhilata Navîn bike û ev peyman wê derfeta xaza sirûştî ya Îsraîlê ku li ser Tirkiyeyê ve bigihîje Ewropayê bide."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu derbarê peymana bi Tirkiyê re daxuyanî da
    Netanyahu ji bo hevdîtina bi Pûtîn re gihîşte Moskovayê
    Qrale Siûdî, ji bo kampanyaya hilbijartinê 80 milyon dolar ji Netanyahu re şandiye
    Netanyahu, ambargo danî ser parlamenterên ereb
    Netanyahu ji bo Îranê: 'Pilingê hov venagere pisîkekê'
    Etîketan:
    Peymana navbera Îsraîl û Tirkiyeyê, Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, Tirkiye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de