15:42 23 Gulan 2018
    Serokwezîrê Israylê Binyamin Netanyahu

    Netanyahu derbarê peymana bi Tirkiyê re daxuyanî da

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li paytexta Îtalya Romayê bi Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry re hevdîtin pêk anî. Netanyahu piştî hevdîtinê diyar kir ku peymana bi Tirkiyê re, wê ‘bandorên gewretirîn' li ser aboriya Israîlê çêbike.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu duh bi şev derbarê lihevkirina bi Tirkiyê re hin nirxandin kir. Netanyahu piştî li Romayê bi Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry re hevdîtin kir ev nirxandin kir û peyman weke gaveke gilekî girîng bi lêv kir.

    ‘MIN BI TAYBETÎ EV PEYV PEJIRAND'

    Li gorî nûçeya di Reutersê de hatiye belavkirin, Netanyahu got ku; "Peyman wê bandorên gewretirîn li ser aboriya Îsraîlê bike. Min peyva ‘gewretirîn' bi taybetî bi kar anî".

    Herweha Kerry jî derbarê peymanê de kêfxweşiya anî ziman û diyar kir ku "ev gaveke wisaye ku, me dixwest bihata avêtin."

    BALYOZA ISRAÎLÎ BEŞDARÎ FITARA BÎNALÎ YILDIRIM DIBE

    Di vê navberê de ji bo xwarina fitara Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, ya ji bo balyozan wê li Koşka Çankayayê bide, vexwendname ji Karguzara Balyozxaneya Îsraîlê Amira Oran re hatibû şandin. Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê Oranê bersiva erênî ji bo vê vexwendnameyê daye.

    Bi heman mijarî:

    Li Mizgefta Fatîhê ji ber têkiliyên bi Îsraîlê re hikûmet hate protesto kirin
    Pûtîn piştgirî da hevdîtinên di navbera Tirkiya - Îsraîlê
    'Di nêzîkbûna Îsraîl û Tirkiyê de mijara sereke gaza siruştiye'
    Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê normalîze dibin
    ‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
    Etîketan:
    peyman, Amira Oron, John Kerry, Benjamin Netanyahu, Roma, Tirkiye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de